Maşîna leşkerî pêl li mayînê kir 2017-07-28 15:53:08 AMED - Li navçeya Pîranê ya Amedê dema maşîna leşkerî derbas dibû pêl li mayinê kir û teqemenî teqiya. Li herêma Pirîjman a navçeya Pîranê ya Amedê dema maşîneya leşkerî derbas dibû teqemeniya li ser rê hatibû bi cih kirin teqiya. Di teqînê de nehat zanîn kes birîndar bûye û miriye ya na. Piştî teqînê gelek maşîneyên leşkerî sewqî herêmê hatin kirin.