Rojnameger Erdogan hat girtin 2017-07-28 17:28:01 MÊRSÎN- Xebatkarê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Ozkan Erdogan ku duh hatibû binçavkirin, îro bi îdiayên "Endamtiya rêxistinê" û "Propagandaya rêxistinê" hat girtin. Xebatkarê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Ozkan Erdogan, li duh bi şev dema li Taxa Şahîn a navçeya Tarsûs a Mêrsînê digeriya, ji aliyê polîsan ve hat sekinandin û bi hinceta li ser wî kovar heye hatibû binçavkirin. Piştî karê li muduriyeta polîsan, Erdogan bi îdiyaên "Endamtiya rêxistinê" û "Propagandaya rêxistinê" sewqî dozgeriyê hat kirin. Dozgeriyê bi daxwaza girtinê Erdogan sewqî Dadweriya Cezayê Sulhê kir. Piştî îfadeya li dadweriyê Erdogan bi heman hincetan hat girtin.