RIHA - Nûçegîhana ETHA'yê Pinar Gayip a ji bo şopandina doza komkujiya Pirsûsê hat kampusa Saziya Înfaza Cezayê ya Rihayê, hat binçavkirin.
Nûçegîhana ETHA'yê Pinar Gayip a ji bo şopandina danişîna ewil a doza Komkujiya Pirsûsê hat kampusa saziya ceza û înfazê, dema ji danişîna ku didome de derket der ve bi hinceta der barê wê de biryara lêgerînê heye hat binçavkirin. Gayip, li cendirmeya girtîgehê tê ragirtin.