Ji Ozakça û Saçilik banga piştevaniyê

ENQERE - Esra Ozakça û sembola berxwedana Yukselê Velî Saçilik bang li her kesî kirin ku biherikin Kolana Yukselê.

Esra Ozakça û Velî Saçilik ên bi KHK’ê hatin îxraçkirin, xwestin li ber Abîdeya Mafê Mirovan a li Kolana Yukselê ye daxuyaniyekê bidin çapemeniyê. Ozakça ku ji bo piştgiriyê bide hevjînê xwe Semîh Ozakça ket greva birçîbûnê û 11 roje di grevê de ye pankarta “Greva birçîbûnê ya Nuriye û Semîh ketiya roja 85’emîn” vekir. Polîsên li qadê bûn mudaxeleyî Ozakça û Saçilik kirin û ji qadê durxistin.

Ozakça, diyar kir ku ew ê li dijî mudaxeleya polîsan qadê bernedin û dê her tim li ber Abîdeya Mafê Mirovan kom bibin.

Ozakça, ji bo daxwazên Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça ên li Girtîgeha Sîncanê tên ragirtin bên qebûlkirin 11 roje di greva birçîbûnê de ye da zanîn ku ew ê greva birçîbûnê û berxwedana xwe bidomînin. Ozakça wiha got: “Em ê her roj saet di 13.30 û 18.00'an de li vir bin. Em bang li hemû kesî dikin ku biherikin Kolana Yukselê.”