Rojane

Qeyûm lîsteyan amade dikin, kedkar tên îxrackirin

Bi KHK'yên dawî re li şaredariyên herêmê bi hezaran kedkar hatin îxrackirin. Sendîkavanan li dijî vê rewşê bertek nîşan dan û gotin ku, ev îxrackirin bi fermana qeyûmên hatine tayînkirin re pêk tên û lîste ji aliyê qeyûman ve tên amadekirin.

Nûçeyê bixwîne

Hem derb kirin hem jî doz lê vekirin

Parêzer Tûgay Bek, der barê îşkenceya ku di bin çavan de lê hatiye kirin giliyê polîsan kiribû. Lê belê polîsên ku Bek derb kirin nehatin dîtin û her wiha ji ber di bin çavan de li ber xwe daye û polîs birîndar kiriye derheqê Bek de doz hat vekirin.

Nûçeyê bixwîne

HDP'ê qedexekirina Mescîd-î Aksayê şermezar kir

HDP, bi awayekî nivîskî qedexekirina Mescîd-î Aksayê ku ji aliyê hikûmeta Îsraîlê ve ji bo îbadey hat qedexekirin, rexne kir.

Nûçeyê bixwîne

Li çarhawirdorên Reqqayê, her ku diçe QSD pêş ve diçe

Li çarhawirdorên Reqqayê pêşveçûyîna QSD'ê didome. Di pevçûnên dawî de 9 DAIŞ'î hatin kuştin û her wiha wesayîteke bombebarkirî jî hat îmhakirin.

Nûçeyê bixwîne

Ji 9 kesên ku di operasyona li dijî bijîşkan de hatin binçavkirin 3 jê hatin girtin

Li Amedê di 9 kesên ku di operasyona li dijî bijîşkan de hatin binçavkirin 3 jê hatin girtin.

Nûçeyê bixwîne

Îfadeya rojnamger Erden hat girtin

Hat hînbûn ku xebatkarê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Zeki Erden ku 11 roj in di bin çavan de ye, li ser îxbareke ku "Dibe ku çalakiyê bike û li ser wî dokumanên rêxistinî hene" hatiye binçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

Der barê 4 parêzvanên mafên mirovan de biryara girtinê

Der barê 4 parêzvanên mafên mirovan ku li Buyukadayê hatibûn binçavkirin û piştî 12 rojên binçavkirinê hatibûn berdan, biryara girtinê hat dayîn.

Nûçeyê bixwîne

Di bomberanê de welatiyek jiyana xwe ji dest da

Gundê Han ê Qisleya Dêrsimê hat bomberankirin û ajokarê minîbûsê Ercan Guneş jiyana xwe ji dest da.

Nûçeyê bixwîne

Pêvajoya betalkirina wekîltiya Sariyildiz dest pê kir

Rapora Komîsyona Têkel bi boneya wekîliya Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz bikeve sewqî Lîjneya Giştî kir.

Nûçeyê bixwîne

Ozmen: Ronîkirina cînayeta Elçî peywira Wezareta Dadê ye

Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen di çalakiya ji bo Serokê Baroyê yê berê Tahîr Elçî de axivî û diyar kir ku ronîkirina qetilkirina her çiqas peywira wan e di heman demê de peywîra Wezareta Dadê ye.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 100 / 830