Rojane

Şahidên 14’ê Tîrmehê: Ji bilî berxwedanê tu çareya me tune bû

Şahidên berxwedana rojiya mirinê ya 14’ê Tîrmehê yên zindana Amedê diyar kirin ku ji bilî berxwedanê tu çareyek wan tune bû û bi nîşandana berxwedana mezin hemû pêkanînên dij mirovane vala derxistin. Şahidan got ku berxwedana Kemal Pîr, Hayrî Durmuş, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz ji têkoşîna gelê kurd re bûye ronahî.

Nûçeyê bixwîne

Alîkariya ji bo Kobanê û Şengalê bû sedema lêpirsînê

Şaredariya Rêya Armûşê ku qeyûm tayînî wê hatiye kirin der barê 35 endamên meclîsê yên AKP û DBP’î de bi hinceta ku alîkariya Şengal û Kobaniyê kirine lêpirsîn da dest pê kirin.

Nûçeyê bixwîne

Ji sersariya şaredariyê welatî di nav tozê dene

Li Rihayê niştecihên Taxa Selçûklûyê ji bo çêkirina riyên li taxê tim serî li şaredariyê didin. Lê belê Şaredariya Bajarê Mezin welatiyan dişîne Şaredariya Navçeya Eyyûbiyeyê û ya Eyyûbiyeyê jî wan dişîne ya mezin û bi vî awayî riyên taxê nayên çêkirin. Welatî havînê ji ber roz û tebarê û zivistanê jî ji ber heriyê nizanin dê çi bikin.

Nûçeyê bixwîne

Xwişka Dûrmûş: Me OHAL jiya, niha jî neviyên me OHaL'ê dijîn

Zekiye Ayik, xwişka Hayrî Dûrmûş ku di 14'ê Tîrmeha 2014'an de di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da, wiha got: "Wê demê darbe hebû, niha jî OHAL. A rast pir tiştek neguheriye. Me jiya, niha jî neviyên me dijîn."

Nûçeyê bixwîne

Leşkerê ku wî û parlementer Onlu munaqeşe kir, ji ber ku 'gendelîtî' kiriye tê darizandin

Di meha Hezîranê de li têketina Dersimê Parlementerê HDP'ê yê Dersimê Alîcan Onlu û leşkerek munaqeşe kiribûn. Parlementer Onlu got ku, ji ber gendelîtî kiriye ew leşker tê darizandin.

Nûçeyê bixwîne

Li Colemêrgê li dijî qereqolê êrîşek pêk hat

Li dijî qereqola Dûrakê ya di navbera Şemzînan û Geverê de ye êrîşek pêk hat.

Nûçeyê bixwîne

Nivîskar Yanliç û Rojnameger Çakmakçi jî di nav de 5 kes hatin girtin

Bi hinceta di Akademiya Siyasetê ya BDP'ê de cih girtine û di bin banê KCD'ê de xebitîne endamê PEN'a Kurd û Komeleya Nivîskarê Kurd Hasîp Yanliç û Rojnameger Mehmet Çakmakçi jî di nav de 5 kes hatin girtin.

Nûçeyê bixwîne

Dema qedexeya li Colemêrgê careke din hat dirêjkirin

Walîtiya Colemêrgê bi awayekî nivîskî daxuyand ku qedexeya li 25 herêmên ku girêdayî navend, navçeya Çelê, Şemzînan û Geverê yên Colemêrgê hatibû îlankirin careke din hatiye dirêjkirin.

Nûçeyê bixwîne

Li gundên qedexekirî bi ser malan de hat girtin

Li 13 gund û 4 gundikên Nisêbînê ku qedexeya derketina kolanan berdewam dike, bi ser malan de hat girtin. Li gundê Marînê Abdulcelil Aydin ê 50 salî hat binçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

Selma Irmak beşdarî dozê nebû

Doza bi îdiaya "Heqaret li serokomar kiriye" der barê Wekîla HDP'ê ya Colemêrgê Selma Irmak de hatibû vekirin, ji ber ku Irmak û parêzerên wê tev li nebûn hat paşvexistin.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 130 / 830