Rojane

Berdan lê girtî xuya dike

Abdullah Solmaz ku piştî cezayê wî yê girtîgehê qediya hat berdan, îdareya girtîgehê got "nasnameya te winda ye" û nasname nedanê. Solmaz ku li gel hemû hewldanan nasnameya xwe wernegirt hîn jî di pergala UYAP'ê de girtî dixuyê.

Nûçeyê bixwîne

Bavê leşkerê ku DAIŞ'ê ew şewitand: 22 meh in encam nediyar e

Bavê leşker Sefter Taş ku DAIŞ'ê ew şewitand, Aydin Taş diyar kir ku 22 meh in ku wî agahî ji lawê xwe nestendiye û rayedarên dewletê hemû serlêdanê wî bê bersîv hiştine. Bav Taş anî ziman ku wî lawê xwe daye dewletê, divê dewlet jî hesab bide wî.

Nûçeyê bixwîne

Kesên serdana tirbeya Xanî kirin qeyûm şermezar kirin

Welatiyên ku serdana tirbeya ramanwerê kurd Ehmedê Xanî kirin, qeyûmê Şaredariya Bazîdê ku peykerê Xanî rûxandibû şermezar kirin.

Nûçeyê bixwîne

Waniyan bertek nîşanî Erdogan da

Waniyan bertek nîşanî Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomar Recep Tayyip Erdogan ku li zîrweya G-20'ê ji bo Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş gotibû "terorîst" dan.

Nûçeyê bixwîne

Li Dersimê çûna cihwarên pîroz jî qedexe ye!

Li Dersimê ku çar hawirdorê wê bi qereqolan hatiye dorpêçkirin û bi pêkanînên "herêma ewlehiya taybet" hatiye qedexekirin, êdî çûyîna Gola Bûyerê jî ku ciheke pîroz e hat qedexekirin.

Nûçeyê bixwîne

Ji te re 600 lîre û dev ji dozê berde!

Li Erxeniyê qalpaxa hesinî ku monteyî cihoka avê nehatibû kirin bi ser Ozkan Yel ê 12 salî de ketibû û Yel ji mirinê filitîbû. Piştî bûyerê malbatê giliyê fîrmayê kir, lê belê hat derpêşkirin ku ji bo malbatê ji giliya wê vegerînin cendirmeyan ji malbatê re gotiye "Ji we 600 lîre û dev ji dozê berdin."

Nûçeyê bixwîne

Nûçeyên 'terorê' yên AA'yê û nêzîkatiya wê ya ji bo DAIŞ'ê

Çend roj berê Ajansa Anadolûyê (AA) bi ser navê "Divê Nûçeyên Terorê Çawa Bên Çêkirin" pirtûkçeyek weşand. Lê belê, tişta balkêş ew e ku AA di nûçeyên xwe yên der barê DAIŞ de ku hema bêje li tevahiya cîhanê wek "rêxistina terorî" tê qebûlkirin, têgeha "terorê" bi kar nayîne.

Nûçeyê bixwîne

Parka cizîriyan rûxand, li şûna wê beton rijand

Şaredariya Cizîrê ya qeyûm tayînî wê hat kirin, di bin navê "Gihaniya baqil" de parka li navenda bajêr rûxand û li şûna wê beton rijand.

Nûçeyê bixwîne

Karkerê sûriyeyî sêqat kedê dide

Koçberên sûriyeyî ji bo karibin debara xwe bikin û bijîn, neçarin hemû kar û barên giran bikin. Karkerên jin û ciwan ên sûriyeyî ku li herêma Çukurova karên zeviyan dikin li şûna qaseyeke îsot, 3 qaseyên îsotan didin pişta xwe. Karkerê sûriyeyî Ahmod, diyar kir ku rojê bi 49 TL'yî dixebite û di şertên pir dijwar de dixebite.

Nûçeyê bixwîne

Bi dendikên kerengan debara xwe dikin

Şêniyên gundê Dêzê bi sed zehmetiyan, li tekane herêma ku qedexe lê tuneyî dendikên kerengan berhev dikin û difroşin bazirganên Herêma Federal a Kurdistanê. Dendikên kerengan hem di çêkirina qehweyê de û hem jî wek çerezan tê xwarin. Kîloya wan 28-30 TL'yî ye.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 133 / 830