Rojane

OHAL'ê li kolanan muzîka kurdî qedexe kir

Muzîkjenên ku li kolanên Mersînê stran digotin, piştî îlankirina OHAL'ê stranên kurdî li wan hatin qedexekirin. Muzîkjenan anîn ziman ku ew van astengiyan nas nakin û dê li kolanan stranên xwe azad bistrên.

Nûçeyê bixwîne

Bê av û bê ceyran xaniyên TOKÎ'yê dan xwediyê wan

Serokatiya Daîreya TOKÎ'yê ya li navçeya Sîlopî ya Şirnexê welatiyên ku xaniyên wan ji aliyê hikumetê ve hatin xerakirin, beriya referanduma 16'ê Nîsanê xwediyê konutan diyar kirin. Lê hêj konut teslîmî xwediyê wan nekirine. Konûtên teslîm kirin jî bê av û bê ceyran teslîm kirin. Malbatên li konutên TOKÎ'yê bi cih bûn jî diyar kirin ku av û ceyrana konutan tune ye.

Nûçeyê bixwîne

2 polîs li Hatayê hatin kuştin

Li navçeya Antakya ya Hatayê li dijî polîsan êrîşa çekdarî pêk hat. Di êrîşê de 2 polîs mirin û polîsek birîndar bû.

Nûçeyê bixwîne

Cîhan Şêx Ahmet: Nûçe manîpulosyona Tirkiyeyê ye

Berdevka operasyona Reqqa ya Hêza Sûriyeya Demokratîk (QSD) Cîhan Şêx Ehmet , têkildarî nûçe çapemeniya Tirk a "Balafirên DYA çeperên YPG'ê bombe kir 30 endamên YPG'ê jiyana xwe ji dest dan" daxuyanî da û diyar kir ku nûçe ne rast e û nûçe manîpulasyona Tirkiyeyê ye.

Nûçeyê bixwîne

Di qezayê de milê Pervîn Buldan şikest

Parlamentera HDP'ê ya Îdirê û Serokwekîla TBMM'ê Pervîn Bulan di qezaya trafîkê de milê wê şikest.

Nûçeyê bixwîne

Jina du canî ya di bin çavan de di tevgerê de zehmetiyan dikişîne

Di 3'yê Tîrmehê de li Îzmîrê jina bi navê Zara Koç a 9 meh e du canî hatibû binçavkirin, parêzera Koç Nezahat Paşa aşkera kir ku îfadeya Koç hatiye girtin, lê di tevgerê de zehmetiyan dikişîne.

Nûçeyê bixwîne

Hiqûqnas: Erdogan suç dike

Hiqûqnasan bertek nişanî gotina Serokomar Erdogan a "Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş terorîst e" dan û diyar kirin ku Serokomar Erdogan sûc dike. Hiqûqnasan, anîn ziman ku Erdogan xwe dixe şûna darazê û ceza dike.

Nûçeyê bixwîne

Li Kolana Yukselê dîsa êrîş kirin bi lêdanê binçav kirin

Çalakiya "Em karê xwe dixwazin" 243 roj e li Kolana Yukselê dewam dike, polîsan êrîş kir û kedkarê cemaweriyê Murat Çeşme bilêdanêi binçav kirin.

Nûçeyê bixwîne

'Kî terorîst e dîrok dê terorîstiya wî binivîse'

Piştî Serokomar Erdogan Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş wekî "terorîst" pênsekir di 4'emîn Kongreya Awarte ya DBP'ê de bertekên tund li dijî Erdogan derketin pêş. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven got ku "Ji kesên ku Dayika Taybet qetilkirin û li kuçeyê hiştin re terorîst tê gotin". Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay jî aşkera kir ku terorîst kî ye dê ji hêla dîrokê ve bê nivîsandin.

Nûçeyê bixwîne

Parka Maltepeyê ji 'Mîtînga Edaletê' re amade ye

Meşa Edaletê ya ji Enqereyê heta Stenbolê hat destpêkirin, dê li Parka Maltepeyê "Mîtînga Edaletê" bê lidarxistin û amadekarî bi dawî bûn. Li qada mîtîngê pankarta mezin a li ser nivîsa "Ji meqamên eleqedar re" ku balê dikişîne ser rewşa girtiyên nexweş ên demek dirêj e di girtîgehê de ne û tê xwesin ku girtî bên berdan.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 140 / 830