Rojane

Bav Yalavuz: Hem îşkence kirin û hem jî ew girtin, em dozdarê wan in

Li navçya Licê leşkeran welatiyê bi navê Mesut Yalavuz îşkence kiribû, piştî bi nîvmirî welatiyan ew rakir nexweşxaneyê, hêj dermankirina wî dewam dikir, hat girtin. Bavê Mesut Yalavuz û apê Osman Yalavuz Halîl Yalavuz aşkera kir ku leşkeran bi dijwarî ew îşkence kirine û wiha got: "Niha jî wan digirin, ya rast em dozdarê wan in."

Nûçeyê bixwîne

Ji bo lêpirsîna Racî Bilîcî biryara bêşopandinê

Der barê Serokê Şaxa ÎHD'a Amedê Racî Bîlîcî û rêveberê komeleyê Hasan Yalçin de ji ber ku der barê Rêveberê DBP'a Şirnexê Hurşît Kulter ku demeke dirêj agahî jê nehatin wergirtin daxuyanî dabûn bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê" lêpirsîn hatibû destpêkirin. Dozgeriya komarê der barê lêpirsînê de biryara neşopandinê da.

Nûçeyê bixwîne

Tenduristiya Dayika Aştiyê Soylu ya girtî xeter e

Endama Meclîsa Dayika Aştiyê ya Stenbolê Meryem Soylu ya girtî ji ber nexweşînê bi mirinê re rû bi rû ye. Keça Soylu, Emîne Kaya diyar kir ku ji ber şertên girtîgehê nexweşînên dayika wê zêde bûne û xwest dayika wê bê berdan.

Nûçeyê bixwîne

'Ji bo malbat nas nekin, cenazeyan perçe dikin'

Nûnerê MEYA-DER'ê yê Meletiyê Yûsûf Bûlût, anî ziman ku li ser piraniya cenazeyên YPG, HPG û YPS'iyên ku tînin Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê şopên îşkenceyê hene. Bûlût, destnîşan kir ku li ser cenazeyan şopên şewatê hene û gelek jê nayên naskirin.

Nûçeyê bixwîne

'Mayin jî nikarin pêwendiya dil qut bikin'

Mehmet Alî Çaglar ku li Gundê Elîzêrê yê Pirsûsê yê li ser sînorê Kobaniyê ye çêbûye, mezin bûye û meletiyê dike wiha got: "Heke mayinan jî bi cih bikin, têlên bi cilêt jî raxin, dîwar jî lê bikin dê nikaribin pêwendiya me ya dilî qut bikin."

Nûçeyê bixwîne

Mirina Mehmet Denîz dê ji nû ve bê lêpirsînkirin

AYM'ê der barê mirina Mehmet Denîz ku di sala 2008'an de li Erdîşê bi îşkenceyê jiyana xwe ji dest dabû, biryara ji nû ve destpêkirina lêpirsînê da.

Nûçeyê bixwîne

Germahiya zêde xizanan ber bi mirinê ve dibe

Li Edeneyê xizanên ku li dijî germahiya hewl didin xwe hênik bikin, dema qenal an jî golekê bibînin xwe davêjinê û bi vî awayî bi mirinê re rû bi rû dimînin. Di 14 salên dawî de 273 kes fetisîn.

Nûçeyê bixwîne

'Peyvên Nifrînê yên medya lîncê bi pêş dixe

Endama Projeya Şopandina di Medyayê de Peyvên Nifrînê Pinar Ensarî, gotinên tundî û nifrînê yên di medyaya herêmî de zêde bûne nirxandin. Ensarî, diyar kir ku berê di medyaya neteweyî de gotinên nifrînê zêdetir bûn, lê niha di medyaya herêmî de gotinên nifrînê zêdetir bûne. Ensarî anî ziman ku ger rê li ber neyê girtin, dê ev zimanê lîncê pêş bixe û xwest edîtor baldar û hişyar bin.

Nûçeyê bixwîne

Tizbî jî nayên firotin

Remzî Kars ku bi firotina tizbiyan debara xwe dike, ji ber betaliyê û bêdengiya bazaran gazinc kirin.

Nûçeyê bixwîne

Rojnameger Yildiz û Karakaş hatin berdan

Xebatakarên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Leyla Yildiz û Mûrat Karakaş ku duh êvarî li Ceyhanê hatibûn binçavkirin, bi "şertê venêrîna edlî" hatin berdan.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 152 / 830