Rojane

Li Kerboranê cenazeyek hat dîtin

Li Kerborana Mêrdînê cenazeyê aîdî mêrekî ku destên wî hatine girêdan hat dîtin.

Nûçeyê bixwîne

Kardêrê kurd Bîrtane hat girtin

Li Amedê xwediyê Bîrtane Înşeatê Celalettîn Bîrtane hat girtin.

Nûçeyê bixwîne

'Dixwazin ji Cerablûsê heta Deryaya Spî korîdorekî vekin'

Hat diyarkirin ku plana Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê ber bi dawî ve diçe. Li gorî agahiyên ku hatine girtin, an bi "Mertalê Fratê 2" an jî bi "Şûrê Firatê" dê êrîşê bixin dewrê û heke bi ser bikevin dê ji Cerablûsa di bin kontrola Tirkiyeyê de, heta Deryaya Spî korîdorekê vekirin.

Nûçeyê bixwîne

Dê ji bo Gulmen û Ozakça rojekê têkevin grevê

Kedkarên ku li Kolana Yukselê mafê xwe û karê xwe dixwazin dê ji bo Akademîsyen Nuriye Gulmen û Mamoste Semih Ozakça yên 114 rojin di greva birçîbûnê dene, sibê ji bo rojekê têkevin greva birçîbûnê.

Nûçeyê bixwîne

Prof. Dr. Uysal: Me tevlêbûna sûcî red kir

Rektoriya DEU'yê 12 akademîseyen ji kar avêtinn û bi çalakiyekî avêtina akademiseynan hat şermezarkirin. Prof. Dr. Ayşen Uysal ji ber ku îmze avêtibû binê danezana "Em ê nebin hevkarê vî sûcî", hatibû îxrackirin û got ku "Me tevlêbûna sûcî red kir."

Nûçeyê bixwîne

19 meh borî lê kujerên Elçî ronî nebûn

Baroya Amedê ji bo kujerê Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî ronî bibe li ber avahiya Edliyê çalikya xwe berdewam kirin. Cîgirê Serokê Baroya Amedê Velat Alan, diyar kir ku Elçî di nava rojê de li ber kamerayan hat kuştin, lê tevî vê yekê 19 meh derbas bûn, hêj jî kujerê Elçî nehatiye ronîkirin.

Nûçeyê bixwîne

Îstîsmarkar û Ensarîoglu bi hevre wêne kişandine

Şevê personelan E.K. bi ajokarê texsiyê re li Nexweşxaneya Dewletê ya Erxaniyê, li dijî personela astengdar îsismara zayendî kir. Derket holê ku E.K. û Wekîlê AKP'ê Galîp Ensarîoglu bi hevre wêne kişandine.

Nûçeyê bixwîne

Ji bo Yuksekdag bang: Em hevala xwe tenê nehêlin

Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag a parlamenterî û endamtiya wê ya partiyê hat xistin, dê di 4’ê Tirmehê de li Dadgeha Enqerê derkeve pêşberî dadger. Hevseroka HDP’ê ya Enqereyê Ayşe Merva Aytemur bang li jinan kir û xwest tev li dozê bibin. Aytemûr, xwest hemû jin beşdarî rûniştina dozê bibin û Yuksekdag bi tenê nehêlin.

Nûçeyê bixwîne

Rêxistina Efoya Navteweyî ji bo Sûrê banga lezgîn kir

Rêxistina Efoya Navneteweyî, ji bo navçeya Sûrê ya xerakirina wê didome, banga çalakiya lezgîn kir. Rêxistina Efoyê li dijî xerakirinê kampanya îmzeyan da destpêkirin.

Nûçeyê bixwîne

Yek bersûcê qetilkirina doza Musa Anter mabû ew jî hat berdan

Hamît Yildirim yekane kesê ji ber doza qetilkirina Musa Anter hatibû girtin, ew jî hat tahliyekirin. Parêzerê Anter, Selîm Okçuoglu got ku "Fikara me dibe piştî tahliyeyê ev kes bireve. Ev xetere jî pêkan e."

Nûçeyê bixwîne

Rupel 170 / 830