Rojane

‘Tekane sedema mirinên ji ber wesayîtên zirxî OHAL e'

Alîgirê Serokê Giştî yê ÎHD'ê Racî Bîlîcî, diyar kir ku bûyerên mirinê yên ji ber wesayîtên zirxî yên polîs û leşkeran diqewimin wek qezayê nayên pênasekirin. Bîlîcî, got ku tekane sedema van bûyeran ew e ku, hêzên dewletê cesaretê ji OHAL'ê werdigirin.

Nûçeyê bixwîne

Di CHP'ê de ji 57 kesan niha dora kê ye?

Bi girtina parlementerê CHP'î Enîs Berberoglû re nîqaşên "dora girtinê ya CHP'ê ye" zêde bûn. Li gel van nîqaşan der barê 58 parlementerên CHP'î de 211 fezlekeyên cuda hene û dibe ku ev kes bi heman pêvajoyê re rû bi rû bimînin.

Nûçeyê bixwîne

Girtiyên jin ên li Girtîgeha Şirnexê: Em rastî şideta devkî û fizîkî tên

Girtiyên jin ku li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê tên ragirtin, derpêşkirin ku hevalên wan ên sewqî nexweşxaneyê hatin kirin li odeyeke ku kamera lê tune rastî şideta bi devkî û fizîkî hatine.

Nûçeyê bixwîne

Piştî HDP'iyan êdî destûrê nadin Tanrikûlû jî ku serdana girtîgehan bike

Piştî parlementerên HDP'î, vê carê jî Parlementerê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû bi ambargoya serdana girtîgehan re rû bi rû ma. Meheke destûra Tanrikûlû nayê dayîn serdana girtîgehan bike. Tanrikûlû wiha got: "Li benda bersova wezaretê me."

Nûçeyê bixwîne

Ne 'bêxwedî', ne jî 'bênasname' ne, lê...

Tenê dema bi awayekî komî tên kuştin an jî 20'ê Hezîranê Roja Penaberan a Cîhanê penaber tên bibîranîn. Lê belê, ew penaberên ku ji bo "hêviyê" bi riya dikevin û di rêwîtiyê de can didin, li goristanên "bênav" û "bêkes" tên definkirin û kesekî wan tune ye ku serdana wan bike û wan bi bîr bîne.

Nûçeyê bixwîne

Sedema karkeriya zarokan: Xizanî

Civaknas Ayşe Tepe Dogan, diyar kir ku li gor daneyên sala 2012'an de hejmara karkerên zarok ên nav malê 7 milyon û 503 herzar e û ev karkerî li gor xizaniyê zêde dibe. Dogan wiha got: "Divê poltîkayên der barê zarokan de biguherin. Hûn çi qas sedemên xizaniyê ji holê rabikin, hûn ewqasî karkeriya zarokan jî ji holê radikin."

Nûçeyê bixwîne

Meclîsên Na dê ji bo her kesî doza edaletê bikin

Meclîsên Na'yê ku di referandûma 16'ê Nîsanê de li eniya "Na"yê hatibûn cem hev, diyar kirin ku ew ê tim bibêjin "ji bo her kesî edalet".

Nûçeyê bixwîne

Rapora 'dikare di girtîgehê de bimîne' dan nexweşê Wernicke Korsakoff

Rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" dan nexweşê Wernicke Korsakoffê girtiyê bi navê Kemal Ozelmali ku tim direhile, bîrsarî lê peyda dibe û nikare pêdiviyên xwe bi cih bîne. Endamê ÎHD'ê Mehmet Anil, bi bîr xist ku tam 30 sal in ku Ozelmali di girtîgehê de ye û wiha got: "Ne mumkun e ku di van şert û mercan de bijî."

Nûçeyê bixwîne

Li Qilebanê şer: 2 cerdevan û leşkerek birîndar bûn

Di operasyona li herêma Qilebanê didome de şer derket. Di şerê navbera TSK'ê û HPG’ê de 2 cerdevan û leşkerek birîndar bûn.

Nûçeyê bixwîne

Leşker ciwanê li Licê binçavkirin, li erazî digerînin

Hat diyarkirin ku leşkeran piştî Mesût Yalavûz li Licê binçav kirin, destê wî li pişt wî kelemçe kirin û wî li eraziyên operasyonê digerînin.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 205 / 830