Rojane

Ji midûrê lîsê cudakariya zayendî

Midûriyeta Lîseya Anadolu ya Konevî ya li Konyayê diyar kir ku dê sala pêş a hîndekarî-perwerdehiyê polên xwendekarên keç û xort cuda bikin û di polên cuda de perwerdehiyê bidin. Piştî bertekên li dijî perwerdehiya zayendî perest zêde bû, midûriyetê nivîs ji malpera lîseyê ya fermî rakir.

Nûçeyê bixwîne

Enqereyê di mijara Qatarê de paşve gav avêt

Piştî krîza Qatarê AKP'ê biryar girtibû ku leşkerên xwe bişîne Qatarê û ev pêşnûme ji Meclisê derbaskiribû, hat gotin ku bawerî dane welatan, dê balafirgehê di krîzê de bi kar neynin.

Nûçeyê bixwîne

Li Kadikoyê kesek hat kuştin

Li navçeya Kadikoyê polîsan bi ser malekî de girt, bi îdiaya 'pevçûn derketiye' û kesek hatiye kuştin.

Nûçeyê bixwîne

Li Reqayê ji jiyaneke nû re: Merheba, ehlen û sehlen

Li kuçe û kolanên taxên azadkirî yên Reqayê bêyî tirs û xof dengê zarokan bilind dibe. Jinên ku kincên rengîn li xwe kirine hevcinsên xwe yên ku ew rizgarkirina hembêz dikin ji jiyana nû re dibêjin "Ehlen-merhaba”.

Nûçeyê bixwîne

Pençe: Bi sedan cenaze winda ne

Li gorî daneyên MEYA-DER’ê ya bi KHK’ê hat girtin nêzî du salan e li gelek bajaran zêdetirî 269 cenazeyên endamên YPS û HPG’ê radestî malbatan wan nayên kirin. Hevserokê MEYA-DER’a Amedê Hasan Pençe diyar kir ku 269 cenazeyên kesên di şerê li bajar û bejahiyî de jiyana xwe ji dest dane, li nexweşxaneyan û goristanên bêkesan tên rawestandin.

Nûçeyê bixwîne

Zimanê nûçeyan wek delîla 'endamtiya rêxistinê' nîşan da!

Dadgehê hinceta 9 sal û 4 meh û 15 roj cezayê ku li nûçegihanê me Mehmet Guleş birî daxuyand. Dadgehê parast ku Guleş "Nûçegihanê ajaneseke ku bi xuyanga legaliyê fealiyetên îllegal bi rê ve dibe". Dadgehê ji bo Guleş wiha îdia kir: "Ziman û jargona wî ya nûçeyên ku radigihand, dema tevî mijarên wan tên nirxandin diyar dibe ku bersûc endamê çapemeniya rêxistina çekdarî ye."

Nûçeyê bixwîne

Dîmenên nû yên êrîşa 5'ê Hezîranê

Dîmenên nû di dosyeya doza 5'ê Hezîranê ya Amedê de cih girtin. Li gor dîmenên MOBESE'yê tevî bersûcê DAIŞ'î Orhan Gonder kesekî gomlekê wî şîn jî dixuyê. Di dîmenan de polîsek bi Orhan Gonder û wî kesî re têkiliyê datîne.

Nûçeyê bixwîne

DEDAŞ'ê got 'Çima fatûreya we kêm tê?' û ceza li wan birî

Li Taxa Alîparê ya navçeya Rezanê, bi hinceta fatûreya wan a ceryanê "Kêm e" 4 hezar û 500 lîre ceza li gelek malan hat birîn. Tişta ecêb ew e ku li hin malên ku ceza li wan hatine birîn tu kes najî.

Nûçeyê bixwîne

Li Şirnexê malên saxlem jî tên rûxandin

Li Şirnexê, dest bi rûxandin avahiyên ku der barê wan de biryara rûxandinê tune ye jî hat kirin. Komên girêdayî Wezareta Hawirdorê ji welatiyên ku naxwazin ji malên xwe derkevin re wiha gotin: "Hûn bi ku ve diçin biçin me eleqedar nake. Ev ne pirsgirêka me ye."

Nûçeyê bixwîne

‘Sifreya ruyê erdê remza yekîtiyê ye'

Ji Misilmanên Dij Kapitalist Zeynep Duygu, hewldan û xebatên sifreyên ruyê erdê nirxandin û diyar kir ku ev keda kolektif nişan dide û dikarin bi hev re û bi tifaqî bijîn. Duygu, anî ziman ku sifreya ruyê erdê remza yekîtî û tifaqiyê ye.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 227 / 830