Rojane

Gulser Yildirim disa nehat berdan

Rûniştina doza Parlementera HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim li 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê hat dîtin. Heyeta dadgehê ji bo dosyayê binirxine doz taloqî 18'ê tîrmehê kir.

Nûçeyê bixwîne

Zavayê Arinç hat berdan

Zavayê Alîkarê Serokwezîr ê berê Bulent Arinç ê bi îdiaya endamê cemaeta Gulen e hatibû girtin, Ekrem Yeter li ser îtiraê ji aliyê dadgeha jor ve hat berdan.

Nûçeyê bixwîne

'Doza Gemsiz bi bêcazakirinê re rû bi rûye'

Parêzeran ji bo biryara veşartina dosyayê ya der barê doza Pinar Gemsiz a li malê ji aliyê polîsan ve hat kuştin bê rakirin serlêdan kirin. Prz. Sinan Zîncîr, diyar kir ku doza Gemsiz jî wekî dosyayên din bi bêcazakirinê re rû bi rû ye. Bavê Gemsiz Nurhamza Kaya jî diyar kir ku ger polîsan ev bûyer nekiribûya ew qas dirêj nedibû.

Nûçeyê bixwîne

Li ber qereqolê teqîn

Li Têketina bajaroka Kaniye Henê ya navçeya Hezo ya Êlihê li ber qereqolê teqînekî dijwad çêbû. Hate hînbûn ku birîndar hene.

Nûçeyê bixwîne

Xebatkarê HDP'ê: Polîsan îşkenceya zayendî li min kirin

Xebatkarê HDP'ê O.H.N., ku li Giresunê hat girtin û xwe wekî “welatparêzê elewiyê kurd" bi nav dike, diyar kir ku beriya bê girtin ji aliyê polîsan ve rastî îşkenceyeya zayendî hatiye.

Nûçeyê bixwîne

4 sal 7 meh û 10 roj ceza li wekîlê HDP'ê birîn

2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê 4 sal û 7 meh û 10 roj cezayê girtîgehê li Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu birî.

Nûçeyê bixwîne

Rewşa 55 hezar koçberên Tebqayê xerab e

Di du hefteyên derbasbûyî de, zêdetirî 55 hezar koçber koçî bajarê Tebqaya azad bûn. Piştî koç kirin rewşa wan a jiyanî ji ber derfetên kêm her diçe xerab dibe. Koçber di peydakirina nan de zehmetiyan dijîn.

Nûçeyê bixwîne

Tehekûma qeyûm a li ser xwezayê: Kinc li daran kirin

Qeyûmê tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bû, di bin navê perwerdehiya karî de bermayiyên perçeyên karên destan li daran dike. Ekolojîstan li hemberî vê rewşê bertek nîşan dan û vê yekê wek tehekûma li ser xwezayê nirxandin.

Nûçeyê bixwîne

QSD’ê taxa yekemîn a Reqayê rizgar kir

Şerê rizgarkirina Reqayê di roja 4’an de didome. Şervanên QSD’è şevê din li taxa El Meşleb a rojhilatê Reqayê pêş de çûn. Di navbera şervanan û DAIŞ`ê de şerên dijwar rûdan. Di şer de herî kêm 20 DAÎŞ hatin kuştin. Di şer de ber bangê taxa El-Meşleb bi temamî ji DAÎŞ'ê hat paqijkirin.

Nûçeyê bixwîne

Penabera qamişloyî şandin Îdlîbê

Emîne Muhammed a qamişloyî ku ji ber şerê li Sûriyeyê reviya û hat Tirkiyeyê, bi hefteyan li Wanê hat sekinandin. Paşê bêyî ku malbat bê agahdarkirin, pêşî ew şandin Hatayê û paşê jî hat dersînorkirin û ew şandin Îdlîba ku di dest komên çekdar de ye.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 237 / 830