Ji qeyûm biryarek din a sosret
Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê, biryara bêpere a otobûsên nav bajêr ku her roja pêrcşemê jin lê siwar dibûn betal kir û serî li sosretek din da.
Nûçeyê bixwîneQeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê, biryara bêpere a otobûsên nav bajêr ku her roja pêrcşemê jin lê siwar dibûn betal kir û serî li sosretek din da.
Nûçeyê bixwîneHDKê, diyar kir ku wekî duh îro jî Sûr bi qirkirina çandî rû bi rû ye û wiha got: “Dixwazin li ser Sûra hatiye xirakirin, gorên beton ên ku rihê wan tune ne ava bikin. Dixwazin li ser vê xirakirinê rantê bidest bixin.”
Nûçeyê bixwîne13 cenazeyên leşkerên di helîkoptera li Qilebqanê ket xwarê de cenazeyê 7 ji wan şandin bajarê wan û 6 cenazeyên di nav de cenazeyê Tumgeneral Aydogan Aydin jî heye ber nayên nasîn ji teşhîsê şandin Saziya Tiba Edlî ya Enqere yê.
Nûçeyê bixwîneLi Farqînê makîneyên kar ên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku di navbera qereqola polîs û taxê de rê çêdikirin hat şewitandin. Makine bê bandor bûn.
Nûçeyê bixwîneSerfermandariya leşkeriya tirk û wezîr bi boneya helîkoptêra ket xwarê û 13 leşker jiyana xwe ji dest dan çûn Şirnexê û lêkolîn kirin. Hat aşkerekirin ku fermandarên di helîkoptêrê de fermandarên ku operasyona Çiyayê Kato bi rêve birin e.
Nûçeyê bixwîneDi operasyona li dijî endamên Partiya Şoreşger û ESP’ê de 9 kesên di nava wan de serokên bajar jî hene hatin binçavkirin.
Nûçeyê bixwîneLi Êlihê polîs û zabiteyan bi fermana qeyûm axirên koçeran xira kirin. Koçeran bi gotina “Zirara ku rafînerî dide nabînin lê bêhna sewalan wan nerihet dikin” bertek nîşanî xirakirinan da.
Nûçeyê bixwîneLi Zonguldakê di madena komurê de hezaz pêk hat, cenazeyê 2 karker di bin hezazê de man hatin dîtin.
Nûçeyê bixwîneDi dema şermezarkirina çêkirina kaleqolên Licê de leşkeran êrîşî gel kiribûn, di encama êrîşê de Medenî Yildirim jiyana xwe ji dest dabû û ji be 4 sale hêjî kujer ne hatine cezakirin malbat bi berteke. Dayîka Medenî Fahriye Gunduz Yildirin da zanîn ku kujerên kurê wê û kujerên Berkîn, Ethem, Alî Îsmaîl û yên din bê ceza hatine hiştin û got ku têşoşîn û êşa wan bûye yek.
Nûçeyê bixwîneNavenda Çandê ya Laleşê ya ku girêdayî Şaredariya Silopiyayê ya ku qeyûm tayînî wê hat kirin, dewrî TUGVA'yê hat kirin. Weqfê ewil peyva "Laleş"ê derxist û wêneyên ramyar û hunermendên kurd ên wek Ehmedê Xanî, Cegerxwîn, Qerapetê Xaço, Ayşe Şan, Meryem Xan rakirin. Her wiha heman weqf qursên zimanê osmanî vekirin.
Nûçeyê bixwîne