Rojane

Tabelayên erebî yek bi yek tên daxistin

Piştî li Hatayê tabelayên bi erebî hatin rakirin niha li navçeya Îskenderûnê ya Hatayê jî tabelayên erebî yên esnafan yek bi yek tên rakirin.

Nûçeyê bixwîne

Saçilik ê tîşortê Gulmen û Ozakça li xwe kir hat binçavkirin

3 kesên ku Velî Saçilik jî di navde, bi boneya piştgiriyê bide Nuriye Gulmen û Semih Ozakça ên di roja 82'an de çalakiya xwe di girtîgehê de berdewam dikin, tîşortên wan li xwe kirin hatin binçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

Baroya Amedê: Gel naxwaze Sûrê terk bike

Baroya Amedê gelê Sûrê ziyaret kir û li daxwazên wan guhdar kir. Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen, diyar kir ku gelê Sûrê naxwaze Sûrê terk bike. Ozmen, anî ziman ku ji bo rayedar guh bidin daxwazên gelê Sûrê dê bi rayedaran re hevdîtin bikin.

Nûçeyê bixwîne

Platforma ji Xirakirina Sûrê re Na hate avakirin: Em ê bêdeng nemînin

Li Sûrê dînamîkên bajar ên ji bo piştevaniyê bidin gel û xirakirina di bin navê "veguherîna bajar" bidin rawestandin hatin cem hev û Platforma ji Xirakirina Sûrê re Na ava kirin û bernameya çalakiyan diyar kirin.

Nûçeyê bixwîne

Li Licê sewqiyat û topebaran

Di operasyona ku li çoltera navçeyên Pîran, Hezro, Karaz û Licê hatiye destpêkirin de bi hezaran leşker hatin sewqkirin. Çoltera gundên Sîsê û Derxûs ên Licê jî tên topebarankirin.

Nûçeyê bixwîne

Parlamentera Sêrtê Besime Konca hat binçavkirin

Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Besime Konca li Êlihê hat binçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

Serokê EMEP'ê ya Dersimê hat berdan

Serokê EMEP'ê yê Dersimê Mustafa Taşkale, hat berdan.

Nûçeyê bixwîne

Rûniştina doza facîaya Aladag dê sibe li Kozanê bê dîtin

Rûniştina doza facîaya Aladagê ku 11 jê xwendekar 12 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 24 zarok birîndar bûbûn, dê sibê li Kozanê bê dîtin. Nunertiya SHD ya Edene û malbatên zarokan dê beşdarî rûniştina dozê bibin.

Nûçeyê bixwîne

Doza Hayatın Sesî tv dê sibê bê dîtin

Rûniştina doza Hayatin Sesî tv ku bi KHK'ê hat girtin û bi îdîaya "Propaganda rêxistinê kiriye" doz hatibû vekirin, dê sibê li 13'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. Parêzera televîzoyê Devrim Avci diyar kir ku êdî azadiya îfade û çapemeniyê ketiye bin piyan.

Nûçeyê bixwîne

Dîsa dibistan dîsa îstismar

Li navçeya Payîzavayê derket holê ku Hayrettîn K. ê li dibistanekî dixebite 3 xwendekar îstismar kiriye.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 262 / 830