Rojane

50 girtî di hucreyan de tên girtin

Xizmên girtiyên ku sewqî Girtîgeha Xerpêtê bûne, diyar kirin ku 50 girtiyên di 18'ê Gulanê de ji Amedê sewqî Xerpêtê hatin kirin rastî îşkenceyê tên û 50 girtî di hucreyên yek kesî de tên girtin.

Nûçeyê bixwîne

Ji bo Gulmen û Ozakça nepox firandin

Li Edeneyê ji bo azadiya akademîsyen Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça ciwanan nepox firandin.

Nûçeyê bixwîne

Rojnameger Arpaç bi derbkirinê hat binçavkirin

Belavkarê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasîyê Haci Arpaç ji aliyê polîsan ve hate derbkirin û binçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

Berdevka Piştevaniya Taksîmê Yapici: Geziyê îtiraz xurt kir

Berdevka Piştevaniya Taksîmê Mucella Yapici diyar kir ku berxwedana Geziyê îtiraz xurt kiriye û wiha axivî: "Di 31'ê Gulanê de em dixwazin li Taksîmê, li parka xwe bin. Ev tiştekî xwezayî ye. Hê jî qad azad nebûye. Em ê bi malbatên xwe ve, bi tîşortên xwe ve li wir bên cem hev û biçin parka xwe."

Nûçeyê bixwîne

Ji ber qedexeya tabelaya erebî aciz in

Piştî ku Şaredariya Bajarê Mezin a Hatayê ya CHP'ê bi hinceta ku "qirêjiya dîmen derdixe holê" tabelayên erebî qedexe kir welatiyên bajar hem jî esnafên sûriyeyê aciz in. Ji esnafên bajar Huseyîn Yalniz diyar kir ku qedexe tê wateya êrîşa li dijî zimanê gel.

Nûçeyê bixwîne

Ji bo Sûrê dicivin

Rêxistinên civakî yên sivîl, partiyên siyasî, pêşengên qenaetî û ekolojîst li dijî rûxandin û talana ku di bin navê "veguherandina bajêr" de li Sûra Amedê çêdibe li hev dicivin.

Nûçeyê bixwîne

Ji ber voltayê tehliyeya wî sal û 18 roj dirêj kirin

Endamê Meclîsa Şaredariya Silopiyayê Abdulaziz Tanrikolu, dema li hewadariya girtîgehê volta davêt bi hinceta "guh nedaye hejmariyê" 11 rojan cezayê hucreyê lê hat birîn û bi vî awayî tehliyeya wî sal û 18 rojan hat dirêjkirin.

Nûçeyê bixwîne

Rojnameger Çoban 9 meh in bê îdîa girtî ye

Di dosyeya xebatkara Rojnameya Azadiya Welat Şirin Çoban a ku 9 meh in li Mêrsînê girtiye bi qasî serê derziyê jî pêşveçûyînek çênebûye. Li gel vê Çoban bi pirsgirêkên tenduristiyê û cezayan re jî rû bi rû ye. Parêzerê Çoban Tugay Bek wiha got: "Divê tenduristiya Çoban û dema wê ya girtinê li ber çavan bê girtin û bê tehliyekirin."

Nûçeyê bixwîne

Sûr di Remezanê de bê av û bê ceryan e: Yên ku vê dikin ne misilman in!

Niştecihên taxên Alîpaşa û Lalebeyê, di meha Remezanê de bê av û ceryan in. Welatiyan dest nîşan kir ku sirf ji bo malên xwe neterikandine av û ceryana wan hatiye qutkrin. Welatiyan got ku, ew bawer nakin ku yên vî tiştî dikin misilman bin.

Nûçeyê bixwîne

Meclîsên 'Na' dê bên xurtkirin

"Meclîsên Na"yê yên di referandûmê di eniya "Na"yê de roleke cidî hilgirtin ser xwe, dest nîşan kirin ku ew ê têkoşîna xwe xurtir bikin.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 265 / 830