Rojane

Ji welatiyê polîsan bi ser mala wî de girtin 10 meh in agahî nayê girtin

Ji welatiyê bi navê Veysel Demîrkan e di otelek li Wanê dixebite de 10 meh in agahî nayê girtin. Malbata Demîrkan ê ku roj windabû polîsan bi ser malê de girtin ji jiyana wî bi fikarin.

Nûçeyê bixwîne

Dozger îdîanameya bê delîl amade kir

Dozger îdîanameya 34 kesan ku ji 34 rûpelan pêk tê amade kir. Dozger 9 rûpel ji agahiyên nasnameyê re, 6 rûpel ji "Avakirina PKK/KCK" re û 19 rûpelên dawî jî ji çalakiyan re qetand. Dozger delîl ji bir kirin û tayînkirina qeyûma Şaredariya Akdenîzê di 18'ê Kanûna 2016’an de wekî di meha mijdarê de hatibe tayînkirin nîşan da.

Nûçeyê bixwîne

Gav bi gav ber bi Reqayê ve

Şervanên QSD'ê ji bakur 4, ji rojhilat 6, ji rojava jî 16 kîlometre nêzîkî navenda Reqayê bûn gav bi gav nêzî bajar dibin. Bajar ji aliyê bakur ketiye menzila şervanan. Hate hînbûn ku hin emîrên DAIŞ'ê direvin.

Nûçeyê bixwîne

Li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê operasyon

Di çarçoveya lêpirsîna li dijî cemaeta Gulen de derbarê 79 kesên ku 60 kes ji wan xebatkarên Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê ne de biryara binçavkirinê hat dayîn.

Nûçeyê bixwîne

Şîdeta polîsan piştî van wêneyan jî berdewam kir

Kezban Saçilik û Bîlge Yilmaz ên ku ji bo piştgiriya Nuriye Gulmen û Semîn Ozakça çalakî pêk anîn rastî şîdetê hatin tiştên jiyane vegotin.

Nûçeyê bixwîne

Qedexeya li Pîranê hate rakirin

Li navçeya Pîranê beriya operasyonê qedexeya ku li 4 gundan hatibû îlankirin hate rakirin.

Nûçeyê bixwîne

Parlamentera HDP'ê zaroka xwe xwest

Parlementera HDP'ê ya girtî Burcu Çelîk ji bo zaroka xwe ya 3 salî bigere cem xwe serî li îdareya girtîgehê da.

Nûçeyê bixwîne

Mexdûrên Şîrvanê: Em dê dozê bibin DMME'ê

Xizmên 16 karkerên di kana madenê ya Şîrvanê de jiyana xwe ji dest dan, bertek nîşanî berdana 7 bersucan dan û bang li Erdogan kirin: "Di kijan qanûnê de kujerên 16 kesan bi rûniştinek dadgehê tên berdan? Li Tirkiye edalet tune ye. Em dê dozê bibin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME)"

Nûçeyê bixwîne

Qalekol, qereqol, xendek û mayîn têrê nekirin niha jî diwar çêdikin

Welatiyên li taxa Kanîreş a navçeya Elbakê dijîn diyar kirin ku têkîliya wan a bi xizmên wan ên li aliyê sînorê Îranê dimînin bi tememî qutbûye û wiha gotin: “Li sînor qalekol çêkirin têrê nekir, pişt re xendek kolandin. Bi wê jî rihet nebûn mayîn danîn. Niha jî dê dîwar çêbikin.”

Nûçeyê bixwîne

Ji ber êrîşa cerdevanan, dê ji lingê xwe bibe!

Welatiyê bi navê Kazim Şen, di 3’ê Gulanê de rastî êrîşa cerdevanan hat û bi giranî birîndar bibû. Her çi qas di ser bûyerê re demek dirêj derbas bûbe jî, niha Şen bi xetereya jêkirina lingê xwe re rû bû rû maye.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 278 / 830