Rojane

Vê carê jî çavê Rojvan li bavê wî digerin

Zarokê bi navê Rojvan ku hîn 5 mehî bû tevî dayika xwe 3 mehan li girtîgehê hat ragirtin, piştî ku tevî dayika xwe ji girtîgehê derket vê carê jî bavê wî hat girtin. Rojvan ê ku bavê xwe di girtîgehê de nas kir, niha jî bû mehkûmê riya girtîgehê.

Nûçeyê bixwîne

Gelo li Katoyê her tişt bi awayekî 'rêk û pêk' bi rê ve diçe?

Di ser operasyona ku li herêma Kato Jîrka hatibû destpêkirin re mehek derbas bû. Her çi qas nûçeyên weke “Kato hat paqijkirin” derbas bibin jî heya niha leşkerên tirk tenê operasyonên xwe li têketina herêmê li dar xistine. Li gel veguhastina leşleran jî her roj heman herêm tên bombebarankirin.

Nûçeyê bixwîne

Dayikên Şemiyê 22 salin dipirsin: 200 sal jî derbas bibin em ê pipirsin

Dayikên Şemiyê yên ku ji bo li aqûbeta zarok û xizmên xwe yên winda bipirsin li Qada Galatasarayê her hefte çalakiyê li dar dixin, ketin sala xwe ya 22'yemîn. Dayikên Şemiyê, anîn ziman ku heke 200 sal jî derbas bibe ew ê dev ji têkoşîna xwe bernedin.

Nûçeyê bixwîne

‘Qeyûm' projeyeke plankirî ya tirkkirinê ye

Derket holê ku qeyûmên ku tayînî 83 şaredariyên DBP'î hatin kirin, berdewamiya "Plana Rûxandinê" ne. Qeyûmên ku saziyên perwerdehiya bi zimanê dayikê, navendên perwerdehiyê yên jin û ciwanan girtin, polîtîkayên bişavtinê yên li gor projeya "Tirk-Îslam"ê bi rê ve dibin. Bi biryara "Ji bo her malê alayek" û birina Çankkaleyê ya her zarokekî/e kurd, tirkîbûn tê enjektekirin. Di xebatên hevwext ên bîrdozî yên qeyûman de, tê dîtin ku qeyûm ji hêla navendekê ve tên birêvebirin.

Nûçeyê bixwîne

Hunermend Hozan Siyabend jiyana xwe ji dest da

Hunermendê kurd Hozan Siyabend jiyana xwe ji dest da.

Nûçeyê bixwîne

Li Amedê li 6 taxan qedexe hat îlankirin

Li 6 taxên girêdayî navçeya Hênê bi hinceta operasyonê qedexeya derketina kolanan hat îlankirin.

Nûçeyê bixwîne

Dê Gul, beşdarî kongreya AK Partiyê nebe

Dê Serokomarê 11'emîn Abdullah Gul, beşdarî 3'yemîn Kongreya Awarte ya AK Partiyê ya ku dê sibê li Enqereyê bê lidarxistin nebe.

Nûçeyê bixwîne

Xebatkarên TV 10 çalakiya xwe berdewam kirin

Xebatkarên TV 10 ya bi KHK'e hat girtin ji bo televizyona wan bê vekirin di hefteya 33’an de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe berdewam kirin.

Nûçeyê bixwîne

Karkerên demsalî li Manîsayê rastî lîncê hatin

Li navçeya Salîhli ya Manisayê karkerên demsalî, rastî êrîşa lincê hatin. Di êrîşê de karkerek birîndar bû.

Nûçeyê bixwîne

Polîsan êrîşî nobeda piştevaniyê kir: 7 jin hatin binçavkirin

Polîsan êrîşî çalakiyên ji bo piştevaniya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça li Kadikoyê hatibû destpêkirin kirin û 7 jinên endamê BİKG’ê yên nobet dewr girtibûn binçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 288 / 830