Rojane

Xebatkarên TV10: Bi girtina tvyan demokrasiyê asteng dikin

Xebatkarên TV10 çalakiya xwe di hefteya 32'an de li Qada Galatasarayê berdewam kirin û diyar kirin ku bi girtina televîzyonan demokrasiyê asteng dikin. Serokê Giştî yê TGS'ê Gokhan Durmuş, anî ziman ku bi girtina TV'yan demokrasiyê dikin hedef."

Nûçeyê bixwîne

ÎHD: Bila girtiyê nexweş Bayar bê berdan

Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Stenbolê di hefteya 268’emîn a “Rûniştina F” de bal kişandin se rewşa girtiyê nexweş Ahmet Bayar ê nexweşê cegerê ye û xwestin Bayar bê berdan.

Nûçeyê bixwîne

'Guh bidin qêrîna dayikan, bila edelat bi cih bê'

ÎHD û xizmên windayan li Îzmîr û Amedê çalakiya heftane li darxistin. Di çalakiya Amedê de endama KESK'ê Derya Gungor Roja dayikan pîroz kir û wiha got: "Dayikên ku bi salan e zarokên xwe digerin qerînekî wan heye guh bidin vî qêrînê ku bila edalet bi cih bê."

Nûçeyê bixwîne

Dayikên Şemiyê: Heta edalet bi cih neyê roja ku em pîroz bikin tuneye

Dayikên Şemiyê yên ku cara 633'yemîn aqûbeta xizmên xwe yên winda pirsîn wiha gotin: "Heta ku dewlet der barê zarokên me yên ku di bin çavan de hatin windakirin me û civakê agahdar neke, daxwaza me ya edaletê ya ji bo zarokên me bi cih neyê roja ku em pîroz bikin dê nebe."

Nûçeyê bixwîne

Di qezaya Marmarîsê de 20 jê jin, yek jê zarok 24 kes mirin

Di qezaya ku li Marmarîsê qewimî de, hat hînbûn ku 20 jê jin, yek jê zarok bi giştî 23 kes mirine û 10 kes birîndar bûne.

Nûçeyê bixwîne

Greva birçîbûnê ya li Kadikoyê di roja 9’emîn de ye

Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo piştgiriya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça li Kadikoyê hat destpêkirin di roja 9’emîn de berdewam dike.

Nûçeyê bixwîne

19 çalakgerên greva birçîbûnê hatin berdan

Li cadeya Yukselê 19 kesên ku di encama êrîşa polîsan de hatin binçavkirin, hatin berdan. Piştevan careke din tevli çalakiyê bûn.

Nûçeyê bixwîne

Li girtîgehê bi pençeşêrê ket

Girtiyê bi navê Nîhat Baymiş ku 6 sale girtiye, ji Girtîgeha Şakranê rakirin nexweşxaneyê û tesbît pençeşêrê hat danîn. Birayê Baymiş, Vedat Baymiş, diyar kir ku birayê wî bi saxî ketiye girtîgehê û li wir nexweş ketiye û wiha got: “Divê dad ne tene ji bo zavayê Kadîr Topbaş ji bo hemû girtiyan bê pêkanîn.”

Nûçeyê bixwîne

Ligel OHAL'ê dê Serê Gulanê bê pîrozkirin

Li Farqînê Serê Gulanê ya sembola hatina biharê ye ligel OHAL'ê dê bê pîrozkirin.

Nûçeyê bixwîne

'Kurê min nehata kuştin dê di Roja Dayikan de omlet ji min re kiribûya'

Bariş Kerem li Gaziyê 29 roj berê ji aliyê polîsan ve hat kuştin. Di 14'ê Gulanê Roja Dayikan de mehek di ser kuştina Bariş re derbas dibe. Dayika Bariş Melike Altunişik, diyar kir ku ger kurê wê sax bûya dê di roja dayikan de ew serê sibê hişyar kiribûya û jêre kartolên qelandî û omlet jêre çêkiribûya.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 308 / 830