Rojane

Malbat: 212 cenazeyên li gorên bêkesan ne bêkes in

212 cenazeyên zarokên kurdan ên di şer de jiyana xwe ji dest dan, piştî zagonên Saziya Tipa Edlî hat guhertin, bêyî li heviya malbatan bihêlin, cenaze li gorîn bêkesan defin kirin. Malbatên ku nekarîbûn cenazeyên zarokên xwe bigirin, diyar kirin ku zarokên wan ne bêkes in û li pişt wan gel heye."

Nûçeyê bixwîne

‘905 girtiyên nexweş nehatin berdan zava hat berdan'

Endamê Komîsyona Girtîgehê yê ÎHD'a Amedê Abdullah Zeytun diyar kir ku 323 jê giran 905 girtiyên nexweş hene û ligel ewqas raporê jî nayên berdan û li hemberî serbestberdena zavayê Şaredarê Bajarê Mezin a Stenbolê bi rapora di 2005'an de nerazîbûn nîşan da.

Nûçeyê bixwîne

'Ez pir ji pîşeya xwe hez dikim û ez ê vê têkoşînê bidim meşandin’

Ewil hevseroka Odeya Tebîban a Amedê Dr. Semra Guzel û piştre Hevserok Dr. Yakûp Altaş bi KHK'ê hatin îxrackirin. Altaş anî ziman ku ew pir ji pîşeya xwe hez dike û tu astengî nikarin wî ji pîşeya wî qut bikin. Altan, anî ziman ku ji ber hikûmet aştî û demokrasiyê naxwaze ew hatin îxrackirin.

Nûçeyê bixwîne

Dayika wî li dijî Franco şer kir ew jî li dijî DAIŞ'ê şer dike

Şervanê îspanyolî Alberto Garsiya yê ku di operasyona Tebqayê de cih digire, anî ziman ku di şerê ku li dijî Franco dihat kirin û dayika wî jî tê de cih girtibû, niha li Sûriyeyê li dijî DAIŞ'ê tê kirin û ji bo jiyana civakiyî ya li Rojavayê wiha got: "Dibe ku ev bîrdozî ji bo gelek derdor û gelan bibe vejîneke nû."

Nûçeyê bixwîne

‘Dewlet ji berastengan re dibêje meaşê xwe bigire û bi ku ve diçî biçe'

Welatiyên berasteng ên ku di jiyana rojane de rastî gelek astengiyan tên wiha axivîn: "Bila kes dilê xwe bi me neşewitîne. Em dixwazin bibin kesên ku li ser piyên xwe disekinin û muhtacî kesî nebin."

Nûçeyê bixwîne

Dozger e yan dîrokzan e?: Li cîhanê bi navê Kurdistanê cihek tune ye û dê tune be jî...

Îdianameya der barê hevserokên HDP'a Stenbolê jî di nav de 13 kesan de hat amadekirin û ji aliyê dadgehê ve hat qebûlkirin. Di îdianameya ku şîroveyên skandalî hatin kirin de, îfadeyên "ecêbmayî" cih girtin. Di îdianameyê de îfadeyên wek "Ji hêla me ve aşkere ye ku li ser erdnîgariya cîhanê bi navê Kurdistanê welatek tune ye û nemumkun e ku hebe jî" û "Kurdistana ku li ser erdîngariya cîhanê cih nagire û dê qethiyen cih negire" cih girtin.

Nûçeyê bixwîne

Pêlavçêker ji rewşa aborî nerazî ne!

Pêlavçêkerên ku li Çarşiya Saeta Mezin li hemberî makînebûnê li ber xwe didin, dest nîşan kirin ku ji ber rewşa aborî ya welat ew tiştekî qezenc nakin.

Nûçeyê bixwîne

Gelo li Silopiyayê kujerê zarokan panzêra alman e?

Hat îdiakirin ku wesayîta zirxî ya ku li Silopiyayê bû sedema mirina birayên hev Muhammet û Furkan Yildirim, panzêra Alman e. Ev panzêr demeke dirêj e ku li herêmê nayê bikaranîn.

Nûçeyê bixwîne

Der barê dosyeya 28 kesên ku li jêrzemînan hatin kuştin de biryara neşopandinê hat dayîn

Der barê giliya ji bo 28 kesên ku li Cizîrê di dema qedexeya derketina kolanan de li jêrzemînan hatibûn kuştin hat kirin de, bi hinceta "Hincetên li gor huqûqê hene" biryara neşopandinê hat dayîn.

Nûçeyê bixwîne

Parêzerê Komkujiya 10'ê Cotmehê: Emniyet agahiyan bi dadgehê re parve nake

Parêzerê Komkujiya Enqereyê ya 10'ê Cotmehê Kazim Bayraktar, parast ku îktîdar bersûcan diparêze û wiha got: "Muduriyeta polîsan an muqawemetiyê nîşan dide, agahiyan kêm dide; an jî bi tu awayî delîlan bi dadgehê re parve nake."

Nûçeyê bixwîne

Rupel 318 / 830