Rojane

Gorên YPG û YPJ'iyan hatin texrîbkirin

Gorên aîdî 9 şervanên YGP û YPJ’ê yên li “Goristana Kobanê” ya li Pirsûsê ne hatin texrîbkirin û li ser kêlan nivîs hatin nivîsîn.

Nûçeyê bixwîne

Êzidîyê ji Swedê tevlî operasyona Tabqayê bû: Ji bo me şensek çêbû

Êzidiyê şengalî yê bi navê Neçîrvan Êzidî yê ji bo jinên Êzidî ji destê DAÎŞ’ê rizgar bike ji Swedê tevlî operasyona Tabqayê bû diyar kir ku ew bang li gelê Şengalê yê li vir û derve dijî dike û wiha got: “Ji bo me şensek çêbû. Werin em gel û aza xwe biparêzin.”

Nûçeyê bixwîne

Partlamenter Altinok: Der barê polîsên ku li Silopiyê zarok kuştin de lêpirsîn hat vekirin?

Parlamentera CHP’ê Zeynep Altinok, pirsa gelo derbarê polîsên li Silopiyê du zarok kuştin de lêpirsîn hatiye vekirin an na pirsî.

Nûçeyê bixwîne

KHK'ê xwe negirt welatiyê teqawît jî îxrac kir

Bi KHK a ku di çarçoveya OHAL'ê de hate weşandin ve welatiyê bi navê Evrazak Eyyupoglu yê beriya 10 salan teqawît bûye hate îxrackirin.

Nûçeyê bixwîne

Mungan: Divê bibêjin 'qral tazî ye'

Akademîsyen Esra Mungan a ku ji bo piştevaniya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça ya 59 roj in di grevê de ne rojeke ket greva birçîbûnê wiha got: "Bi wan re parvekirina birçîbûnê ligel hemû şertên OHAL'ê peywira her mirovîye. Divê bibêjin qral tazî ye û ev şaş e."

Nûçeyê bixwîne

Li Kuçukçekmeceyê operasyon: Kesek hate kuştin

Li Kuçukçekmeceyê di operasyona li dijî avahiyekê de jina ciwan a bi navê Sila Abalay a 18 salî ku tê îdîakirin bi polîsan re ketiye pevçûnê jiyana xwe ji dest da.

Nûçeyê bixwîne

Sancar: Ji bo me tifaq di nava gel de dibe

Parlamenterê HDP'ê Mîthat Sancar têkîldarî daxuyaniyên Selahattîn Demîrtaş en ji bo tifaqan a "perperspektîfa ku hemû civakê hembêz bike" nirxandina "divê bernameya vê bê amadekirin" kir û têkîldarî daxuyaniyên Baykal jî got ku xizmetî kê û çi dike nediyar e.

Nûçeyê bixwîne

Ên ku raporên ATK'ê nedîtin zava bi rapora 'taybet' tehliye kirin

Saziya Tiba Edlî (ATK) der barê 31 nexweşên epîlepsiyê bi sedan girtiyên nexweş de rapora "nikare li girtîgehê bimîne" daye lê ligel vê yekê jî girtî nayên dermankirin, zavayê Kadîr Topbaş, Omer Faruk Kavurmaci yê di doza "FETO" de tê darizandin bi rapora nexweşxaneyekî taybet hate berdan. Endama ÎHD'ê Mîne Nazarî têkîldarî mijarê nirxandina "Ev cotstandardî li ser navê mirovahiyê şermek e" kir.

Nûçeyê bixwîne

Rêxistinên elewî: Duh Dersim îro Şengal û Rojava

Nûnerên elewî yên derbarê qetlîama Dersimê de daxuyanî dan diyar kirin ku kevneşopiya qetlîaman bi êrîşên li dijî Şengal û Rojava berdewam dike. Nûnerên elewî her wiha bertek nîşanî CHP’ê ya ku got êrîş direng maye jî dan û berpirsyariya partiyê ya di 37 û 38’an de bibîr anîn.

Nûçeyê bixwîne

Dîroka Sûka Suryaniyan tune dibe!

Li Kerboranê Çarşiya Suryaniyan a ku bi salan e ji ber bêxwedîbûnê bi tunebûnê re rû bi rû maye, niha jî li hemberî kargehên nû yên hatine vekirin li ber xwe dide.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 328 / 830