Rojane

Kampanya ‘#Noflyzone4Rojava’ rastî eleqeyek mezin tê

Piştî êrîşa hewayî ya TSK'ê li ser Şengal û Karaçoxê pêk anî, kurdan li ser tora civakî, bi daxwaza "Kurdên Suriyê doza parastineke navneteweyî dikin" kampanyaya “#Noflyzone4Rojava” dan destpê kirin. Kampanya rastî eleqeyek gelek mezin tê.

Nûçeyê bixwîne

Kedkar dê ewlehiya 1’ê Gulanê bigirin

Amadekariyên mîtînga 1’ê Gulanê ya li Enqereyê bê lidarxistin bidawî bû. Ewlehiya mîtîngê tenê ji polîsan re neyê hiştin û dê kedkar jî ewlehiyê bigirin.

Nûçeyê bixwîne

Xebatkarê HDP'ê yê Cizîrê hat binçavkirin

Xebatkarê HDP'ê Abdulkerim Pozan li mala xwe ya Cizîrê hat binçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

Rojnameya Îpekyolu mohr kirin

Rojnameya Nûçeyan a Îpekyolu ku bi KHK'ê hat girtin mohr kirin.

Nûçeyê bixwîne

4 cenaze anîn Semsûrê

4 cenazeyên ku tê îdîakirin aîdî HGP’iyên li bejahiya Yazibaşi-Çamyurdu Gomukan jiyana xwe ji dest dane anîn Semsûrê.

Nûçeyê bixwîne

Yuksakdag peyama 1'ê Gulanê şand

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag peyama 1'ê Gulanê şand û diyar kir ku pêyî li dîwar û hesinên girtîgehê guhdar bike dê bêhna xwe li qadên 1'ê Gulanê li cem karkeran bidin û bistînin.

Nûçeyê bixwîne

Li Kato şer berdewam dike

Li herêma çiyayê Kato ya di çoltara navçeya Elkê de ye pevçûn rû dan û di encamê de leşkerek û cerdevanek birîndar bû.

Nûçeyê bixwîne

'Organên memûriyê ji KHK'ê tên firotin'

Akademîsyenê ku got "Ez nabim şirîkê vî sûcî" Doç. Dr. Ulaş Bayraktar, ku duh bi KHK'ya dawî hat îxrackirin, anî ziman ku bi şermî li benda dora xwe bûn û wiha got: "Dawiya dawî me bizûvên xwe yên memûriyê bexşî kesên bi hewes û îştah li benda kadroyîne bûn kir. Êdî ez tabelaya ku em daliqînim jî dizanim: Ji KHK’ê tê firotin."

Nûçeyê bixwîne

Qereçox, Şengal û KDP

Nivîskarê Rojava Medya M. Emîn Yildirim, bal kişand ser êrîşên TSK'ê yên li herêma Şengal, Rojava û Têkiliyên PDK'ê. Yildirim, anî ziman ku êrîşa li dijî Şengalê ji bo PDK'ê rûreşiye û bi vê bêdengiya xwe xizmetê ji fermana li dijî êzîyan dike.

Nûçeyê bixwîne

'Gotinên Demirtaş bêjin pir girîng in'

Parlamenterê CHP'ê Tuncay Ozkan Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş li girtîgehê ziyaret kir û diyar kir ku fikrên Demîrtaş ên pir girîng hene û divê Tirkiye ji dil û can li wî guhdar bike. Ozkan, anî ziman ku gotinên pir girîng ên Demîrtaş hene.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 345 / 830