Rojane

Li Geverê polîsan êrîşî goristanê kirin

Polîsên tîmên taybet ên êrîşî goristana li tava Ormanê ya Geverê kirin li ser goran nivîsa “Leş” nivîsîn.

Nûçeyê bixwîne

Qeyûmê li dijî rengên kesk, sor û zer laleyên zer qurmiçandin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê piştî ket destê qeyûmê laleyên sor û zer li kolanan û refûşan çandin. Qeyûmê dijberiya xwe ya rengê kesk, sor û zer, ji qurmiçandina laleyên zer nişan da.

Nûçeyê bixwîne

TSK'ê piştî Radyo ROJAVA û ÇIRA, niha jî êrîşî AFRÎN FM'ê kir

Leşkerên TSK'ê piştî bi balafirên şer Radyo ROJAVA û ÇIR bombe kir, niha jî AFRÎN FM topbaran kir.

Nûçeyê bixwîne

'Rêya xerab a ku PDK’ê vekir'

Nivîskarê Rojnameya Rojeva Medya Salîh Cuma Pîr, di qunciknivîsa xwe ya vê hefteyê de cih da êrîşa Tirkiye ya li dijî Şengal û Rojava û anî zimanku Tirkiye bi vê êrîşê carek din dijminantiya xwe ya li hemberî gelê kurd aşkere kiriye. Pîr anî ziman ku xuya dike tiliya PDK'ê jî di nava vê êrîşê de heye.

Nûçeyê bixwîne

Karmendên ji kar hatin îxrackirin ji 1’ê Gulanê re amade ne

Karmendên ku piştî bi KHK’yan hatin îxrackirin û amadekariyên 1’ê Gulanê dikin, diyar kirin ku ew dê li dijî pêkanînên derhuqûqî li qada 1’ê Gulanê dengê xwe bilind bikin.

Nûçeyê bixwîne

Bertekên dijberî TSK'ê zêde dibin

Waniyan ku bertek nîşanî êrîşa hewayî ya TSK'ê ya li dijî Rojava û Şengalê pêk anîn dan helwesta rêveberiya Barzanî şermezar kirin û anîn ziman ku ev li dijî yekîtiya kurdan darbe ye.

Nûçeyê bixwîne

'Bi daxwazên referandûmê dakevin qadên 1'ê Gulanê'

Nûnerên rêxistinên ked û pîşeyan, xwestin hemû karker û kedkar bi daxwazên di referandumê de qêriyan dakevin qadên 1'ê Gulanê û qadan tije bikin.

Nûçeyê bixwîne

Çalakger Yildirim: Di 1'ê Gulanê de li qadan bin

Cemal Yildirim ê ku bi KHK'ê hat îxrackirin û 47 roj in çalakiya rûniştinê li dar dixe, bang li hemû karkeran kir ku bi hevre di 1'ê Gulanê de dakevin qadan û bi hevre bi ser bikevin.

Nûçeyê bixwîne

Colemêrgiyên amadekariya zozanan dikin: Qedexeyan rakin

Welatiyên gundên Colemêrgê, li dijî qedexeyên zozanan bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku xaka wan veguheriye girtîgehê û ji ber qedexeyan nikarin biçin zozanan.

Nûçeyê bixwîne

Polîtîkayên rast dê karkeran li qada muxalif bikin yek

Akademisyen û kedkar Mustafa Kemal Coşkun, diyar kir ku di mijarên wek "rakirina tazmînata kidemê" de polîtîkayên rast bên meşandin dê karkerên ji AKP'ê re gotin 'Erê' jî di 1'ê Gulanê de di eniya muxalifan de bibin yek.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 351 / 830