Rojane

Nexweşê pençeşêrê şandin girtîgehê

Welatiyê bi nexweşiya pençeşêrê Ahmet Bayar ku ji sedî 85 rapora wî heye, bi hinceta cezayê wî hatiye erêkirin, mehek berê hat girtin û şandin girtîgehê. Malbata Bayar bertek nîşan da û xwest ku Bayar bê berdan.

Nûçeyê bixwîne

‘Di doza Yasin Boru de edalet bi alîgirî xebitî'

Parêzer Emin Çoban ê di doza Yasin Boru de parêzeriya hin bersûcan dike, dest nîşan kir ku der barê gelek kesên ku di dema çalakiyên Kobaniyê de hatin kuştin de lêpirsîn û doz nehatine destpêkirin û wiha got: "Edalet bi alîgirî xebitî."

Nûçeyê bixwîne

Îtiraza jinan: Êrîşa Tirkiyeyê ya li hemberî Şengalê fermanek nû ye

Jinên Amedî, êrîşên TSK'ê ya bi balafiran li ser Rojava û Şengalê pêk anîn şermezar kirin û êrîş wekî fermaneke nû ya li hemberî êzîdîyan nirxandin.

Nûçeyê bixwîne

Kadro bi 10 hezar karker bi 3 hezaran

Hat îdiakirin rêveberên AKP'ê li Cizîrê mirovan bi bertîlê hin welatiyan li saziyên fermî dixin kar. Bi navbênkariya AKP'ê Kadro bi 10 hezaran, karkeran bi 3 hezaran dixin kar.

Nûçeyê bixwîne

40 sal di ser '1'ê Gulana Xwînbar' re borî lê...

Di ser 1'ê Gulana 1977'an a ku wek "1'ê Gulana Xwînbar" tê zanîn re 40 sal derbas bûn. Ji wê rojê heta niha Qada Taksîmê ya ku dem bi dem ji karkeran re dihat qedexekirin, îsal jî hat qedexekirin. Kedkaran biryar dan ku li Bakirkoyê bi dirûşmeya "Na'ya xwe jî bi xwe re bîne û were" pîroz bikin.

Nûçeyê bixwîne

Şaredariya MHP'î tabelayên erebî rakirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê ya MHP'î, bi hinceta bê destûr hatinee daliqandin û di bin navê "Parastina zimanî tirkî" de tabelayên erebî rakir.

Nûçeyê bixwîne

Li Erxeniyê du malbat pev ketin: 2 kes mirin, 5 kes birîndar bûn

Li Erxeniyê du navbera du malbatan de şereke çekdarî qewimî. Di şer de 2 kes mirin, 5 kes jî birîndar bûn.

Nûçeyê bixwîne

Rûsya: Operasyonên Tirkiyeyê yên li Şengal û Qereçoxê nayên qebûlkirin

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, li dijî êrîşa hewayî ya Tirkiyeyê ya li hemberî Rojava û Şenglê bertek nîşan da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Operasyonên Tirkiyeyê yên li Şengal û Qereçoxê nayên qebûlkirin."

Nûçeyê bixwîne

Li Wanê êrîşên TSK'ê hatin şermezarkirin

Rêxistinên DBP û HDP'a Wanê der barê êrîşa hewayî ya TSK'ê ya li dijî Şengal û Rojavayê de daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de banga xwedîderketina li xakên ku gelê kurd bi xwîna xwe û canê xwe azad kirine hat kirin.

Nûçeyê bixwîne

Sal û 3 meh ceza li Mamoste Ayşeyê ya ku got 'Bila zarok nemirin' hat birîn

Li Ayşe Çelik a ku bi riya telefonê li bernameya Beyaz Showê geriya, ji ber qedexeyên derketina derve yên li bajarên kurdan vegotin û got "Bila zarok nemirin" bi hinceta "Propagandaya rêxistinê" sal û 3 meh ceza lê hat birîn. Her wiha 38 rewşenbîrên ku ji bo piştevaniya Çelîkê xwe îxbar kirin jî beraet kirin.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 355 / 830