Rojane

Gotin salek 3 sal derbas bû

Li navçeya Eyyubiye ya Rihayê restorasyona Xana Barûtçûya dîrokî ya gotin 'Dê di salekê de biqede", 3 sal in didome. Esnafên li hawirdora xanê jî, anîn ziman ku ji ber krîza aborî tenê hêviya wan ev xan e.

Nûçeyê bixwîne

Okay: Bi kêfî pirtûka min qedexe dikin

Rêveberiya Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê bi hinceta 'Bi guman e' pirtûka Adil Okay a "Hapishanelere Esinti Yollayalim" desteser kirin. Okay bertek nîşan da û got: "Pirtûka min ji aliyê Wezareta Çandê hatiye tesdîqkirin û bi bandrol e. Ev sepandineke kêfî ye."

Nûçeyê bixwîne

Daxuyaniya DYA'yê ya der barê bombebarankirina Şengalê de: Koalîsyonê êrîş tesdîq nekirin

Wezareta Karên Derve ya DYA'yê, der barê êrîşa hewayî ya ji aliyê artêşa tirk ve li dijî Şengalê pêk hat de daxuyanî da.

Nûçeyê bixwîne

Li Dersimê teqînek çêbû: 2 zarok birîndar bûn

Li gundê Sagmanê yê girêdayî navçeya Pêrtagê, du zarokên pismamên hev Rahmi Kartal û Taha Kartal ê ku dema li ber robar dilîstin, cismekî ku hîn jî nayê zanîn teqiya û di teqînê de her du zarok birîndar bûn. Çavkaniyên herêmî, diyar kirin ku teqîn ji ber mayinên ku berê li herêmê hatine bicihkirin çêbûye.

Nûçeyê bixwîne

Li Dêrikê serdegirtina ji ber bêrêtiyê: Tevî serokê AK Partiyî 12 kes hatin binçavkirin

Li Dêrikê, bi îdiaya ku nelirêtî kirine Serokê AK Partiya Navçeyê yê berê Ali Osman Tutal jî di nav de 12 kes hatin binçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

Li Rihayê 4 kes hatin girtin

Li Rihayê, 4 kesên ku 11 roj berê hatibûn binçavkirin hatin girtin.

Nûçeyê bixwîne

3 xwendekarên ku belavokên 1'ê Gulanê belav dikirin hatin binçavkirin

Li Edeneyê, 3 xwendekarên endamên Dev Lîsê yên belavokên 1'ê Gulanê belav dikirin, hatin binçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

Rojnameger Uygur hat berdan

Rojnameger İbrahim Uygur ê ku bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" hat binçavkirin, hat berdan.

Nûçeyê bixwîne

TJA: Hêzên kurd li dijî êrişan bibin yek

TJA’yê li dijî êrişên balafirên şer ên TSK'ê yên li dijî Rojava û Şengalê pêk anîn daxuyanî da û wiha got: “PDK’ê divê demildest dev ji vê tifaqa dijminane berde. Divê hêzên Kurd li dijî vê êrişê rawestin û li dor kongra neteweyî bicivin."

Nûçeyê bixwîne

Guven: Berxwedana wekî pêvajoya Kobanê li benda me ye

Rêxistinên KCD, TJA, HDP û DBP'ê dijberî êrîşa TSK'ê yên li Rojava û Şengalê daxuyaniya hevpar dan. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, diyar kir ku wan çawa di pêvajoya Kobanê de di ber xwe dan divê wekî wê demê niha jî li kolanan di ber xwe bidin.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 359 / 830