Rojane

'Heke penaber wek koz bên bikaranîn, dê ev bibe cihê provakasyonan"

Li Mêrsînê, çend roj berê di navbera penaberên sûriyeyî û şêniyên taxê de bi çek û daran pevçûne derketibûn. Têkildarî vê mijarê Serokê Lijneya Rêveberiya Komeleya MAYA'yê Volkan Gultekin, diyar kir ku dê pirsgirêka penabaren bi tehliyekirinan neyê çareserkirin û wiha got: "Dema li hemberî welatên din wek koz tên bikaranîn, tu bikî nekî dê ev bi xwe re provakasyonan bîne."

Nûçeyê bixwîne

Welatiyên ku kuçeyan naterikînin: Em li pêyî dengên hatine dîzîn in

Welatiyên ku difikirin di referandûmê de hîle çêbûne û her êvar li kuçeyan beşdarî çalakiyêm protestoyan dibin wiha axivî: "Em li pêyî 2 milyon û nîv dengên ku hatine dizînin."

Nûçeyê bixwîne

Jiyaneke di oxir û sefera aştiyê de: Celile Ozen

Hevalên Dayika Aştiyê Celile Ozen a ku li gel hemû zor û zehmetiyan jî, tu carî dev ji têkoşîna xwe ya ji bo aştiyê berneda û di 48 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da, behsa wê kirin. Feyruz Ozgun wiha got: "Ji bo aştiyê ketibû rê û tu carî ji wê riya xwe venegeriya. Em ê jî tim bimeşin."

Nûçeyê bixwîne

Nivîskarê kurd Cîhanferd û hevalê wî Baladah tehliye bûn

Nivîskarê kurdê yê ji Îranê Jiyar Cîhanferd û hevalê wî Hassan Baladah ên li Girtîgeha Tîpa e ya mêrdînê dihatin ragirtin, hatin tehliyekirin.

Nûçeyê bixwîne

Li Dersimê liv û tevgera hewayî

Ji navenda Dersimê ber bi Geliyê Pulumuriyeyê bi awayekî zêde liv û tevgera hewayî çêdibe.

Nûçeyê bixwîne

Hunermend Aram Serhad hat berdan

Hunermendê Navenda Çand û Hunerê ya Arzellayê hunermend Aram Serhad ê di 10'ê Adarê de hatibû girtin, hat berdan.

Nûçeyê bixwîne

Malbatên Roboskiyê: Yên di referandûmê de bi ser ketin em in

Malbatên Roboskiyê, di hefteya xwe ya 277'emîn a ji bo lêgerîna edaletê de, balê kişandin ser hilbijartinan û wiha gotin: "Yên di referandûmê de bi ser ketin em in."

Nûçeyê bixwîne

Mîhrîcana Ciwanan a Kadikoyê hat betalkirin

Mîhrîcana Ciwanan a Kadikoyê ya dê 21'ê Nîsanê dê destpê bikira û 9 rojan berdewam bikira bi hinceta "ewlehiyê" hate betalkirin.

Nûçeyê bixwîne

Peywirdarên sandoqan ên HDP'ê hatin binçavkirin

Li navçeya Dihê di serdegirtinên malan de 16 peywirdarên sandoqan ên HDP'ê hatin binçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

Parêzerên navneteweyî piştgirî dan parêzerên Rojnameya Cumhuriyetê

Nobeta piştevaniyê ya ji bo parêzerê Rojnameya Cumhuriyetê Akin Atalay, Bulent Utku û Mustafa Kemal Gungor ku girtî tên darizandin, li ber Edliyeya Stenbolê berdewam kir.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 371 / 830