Rojane

Celal Başlangiç: Dixuye ku AKP heta 2019'an OHAL'ê bidomîne

Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Evrenselê Fatih Polat, anî ziman ku OHAL'a ku 3 mehên din jî hat dirêjkirin dê wek amûra çewisaninê bê berdewamkirin. Rojnameger Celal Başlangiç jî, diyar kir ku ev tê wateya ku bêyî OHAL'ê AK Partî nikare welat bi rê ve bibe û wiha got: "Ji ber AKP, nikare bê OHAL'ê bijî, dibe heta hilbijartinên 2019'an OHAL'ê bidomîne."

Nûçeyê bixwîne

Uskudarî êdî AK Partiyê naxwazin

Li Uskudara ku wek keleha AK Partiyê dihat zanîn, gel encamên referandûmê şirove kirin û diyar kirin ku êdî Uskudar AK Partiyê naxwazin. Niştecihên Uskudarê biryara YSK'ê ya zerfên bêmohr protesto kirin û destnîşan kirin ku YSK bi alî tev digere.

Nûçeyê bixwîne

Bang li Wezareta Dadê kir: Dev ji polîtîkayên dubare berdin

Ramazan Kirpinar ê di sala 2002’yan de 26 rojan di greva birçîbûnê de ma û niha piştevaniya grevên birçîbûnê yên li girtîgehan dike got, “Li hemberî çewisandinan tim berxwedan hebûye” û wiha bang li Serokomar Erdogan û Wezareta Dadê kir: “Dev ji polîtîkayên xwe yên dubarekirî berdin.”

Nûçeyê bixwîne

Di teqîna Bazîdê de çawîşê pispor mir

Li navçeya Bazîdê di teqîne çawîşê pispor Abdulkadir Bahçe, jiyana xwe ji dest da.

Nûçeyê bixwîne

Şervanên QSD'ê 47 DAÎŞ kuştin

Erîşên DAIŞ'ê yên ku li taxa Îskenderiyê, li başur û bakur rojavayê Tebqayê pêk hatin bi berxwedana şervanên QSD’ê tev hatin şikandin. Di şer de 47 endamên DAÎŞ'ê hatin kuştin û 2 şervanên QSD’ê jiyana xwe ji dest dan.

Nûçeyê bixwîne

Li Girtîgeha Mêrdînê 5 girtî dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin

Li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê girtiyan greva birçîbûnê ya dorveger, veguherand greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger.

Nûçeyê bixwîne

Rojnamegerê îtalî yê di bin çavan de dest bi greva birçîbûnê dike

Rojnamegerê îtalî Gabriele Del Grande ê di 9'ê Nîsanê de li nêzî Hatayê hat binçavkirin û îro cara ewil bi malbata xwe re pêwendî danî. Del Grande, daxuyand ku ew ê ji ber çewisandinan îşev dest bi greva birçîbûnê bike.

Nûçeyê bixwîne

Binpêkirinên referandûmê zêde dibin: Niha jî li Stenbolê

Li gelek deverên Tirkiyeyê referandûm hat binpêkirin. Niha jî li Stenbolê binpêkirineke din derket holê.

Nûçeyê bixwîne

Careke din jî dema OHAL'ê hat dirêjkirin

Tezkereya der barê demdirêjkirina OHAL'ê li Lijneya Giştî ya TBMM'ê hat qebûlkirin. Rewşa Awarte heta 19'ê Tîrmeha 2017'an hat dirêjkirin.

Nûçeyê bixwîne

Bertekên li dijî YSK'ê didomin: Bila hilbijartin bê betalkirin

Girseya ku li Edeneyê ji bo betalkirina hilbijartinan daket qadan, polîsan mudaxileyî wê kir. Di mudaxileyê de gelek kes hatin binçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 377 / 830