Rojane

Malbatên di greva birçîbûnê de ne: Em ê li dijî ‘erêkirina’ mirinan bêjin ‘Na’

Malbatên ku li Amedê ji bo piştgiriya girtiyên ku di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne 6 roj in greva birçîbûnê dane destpêkirin têkîldarî referandumê ku dê sibehê pêk bê pêyama "Bêdengî erêkirina mirinan e. Lê em ê ji mirinan re bêjin Na" dan.

Nûçeyê bixwîne

Şervanên QSD`ê ketin Tebqayê

Şervanên QSD`ê ji milê rojhilat û rojava ve ketin taxên destpêkê yên bajarê Tebqayê.

Nûçeyê bixwîne

Dayika Sêvê: Dema hûn çûn ser sindoqan Sûr, Cizîr û Silopya bi bîr bînin

Jinên kurd ên herî zêde dibin hedefa polîtîkayên şerî, anîn ziman ku ew ê roja Yekşemê li ser sindoqan bersivê bidin. Dayika Sêvê Demîr Sakine Demîr xwest dema hilbijêr çûn ser sindoqan Sûr, Cizîr û Sîlopya bibîr bînin.

Nûçeyê bixwîne

Ji Serokê ÎHD'ê banga ji bo greva birçîbûnê: Berî bi derengî keve...

Serokê Şaxa ÎHD'a Êlihê Mehmet Bagtir, ji bo çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan hatin destpêkirin banga hestiyariyê kir. Bagtir, diyar kir ku divê daxwazên girtiyan bên qebûlkirin û wiha hikûmetê hişyar kir: "Berê pir bi derengî bikeve..."

Nûçeyê bixwîne

Ji Cizîrê heta Sûrê, ji Silopiyayê heta Nisêbînê: Heke em xwedî li dengên xwe dernekevin em tim bimirin

Ji referandûmê re rojek me. Li Cizîr, Sûr, Silopiya û Nisêbînê yên ku di dema nêvenga pevçûnî de hatin rûxandin û gelek kes hatin kuştin, welatiyan ji bo referandûmê gotinên xwe yên dawîn gotin.

Nûçeyê bixwîne

Banga 'Oy ve Otesî’yê: Girtekan bi T3'yan ji me re bişîne

"Oy ve Otesî", ji bo referandma roja Yekşemê ji hemû hilbijêran xwest ku, wêneyên girtenameyên hijmartina dengan ên ku piştî dengdayînê bi deriyan tên daliqanin bikşînin û bi riya sepandina T3'yan ji wan re bişînin.

Nûçeyê bixwîne

Kaplan: Sîstema serokomariya partiyî dişibe rejîmên Baasê

Parlamenterê berê û hiqûqnas Hasîp Kaplan madeyên qanûna bingehîn nirxand bal kişand li ser "Sîstema Serokomariya Partiyî" û wiha got: "Ger ku ev sîstema rêveberiya yek kesî bê mînakdayîn li Rojhilata Navîn dişibe rejîmên Baasê, rêveberiyên yek yekî yên dîktatorî bi taybetî jî li Amerîkaya Latîn rêveberiyên ku piştî darbeyan hatin ser kar. Ev gelek xetere ye."

Nûçeyê bixwîne

Agir bi qereqolê ket

Agir bi Qereqola Sinavayê ya ku 10 kîlometre dûrî Geverê ye ket.

Nûçeyê bixwîne

Girtiyê ku wî dereng sewqî nexweşxaneyê kirin jiyana xwe ji dest da

Polîsê ku ji ber endmatiya Cemaeta Fethullah Gulen hat girtin û ji bert şert û mercên giran ên girtîgehê nexweşîn lê peyde bû, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Nûçeyê bixwîne

3 ciwanên ku ji bo 'Na'yê govend gerandin hatin binçavkirin

3 ciwanên ku li Kuçeya Hunerê ya semta Ofîsê ya Amedê standa "Na"yê vekirin û govend gerandin, hatin bnçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 391 / 830