Rojane

Nisêbînî: Dengek tenê jî zaf girîng e

Nisêbîniyan, anî ziman ku ew ê li ser sindoqan hesabê rûxandin û koçberiyê bipirsin. Her wiha welatiyan bang li her kesî kir da biçin ser sindoqan û wiha gotin: "Dengek tenê jî zaf girîng e. Heke em îro nebêjin 'Na', dê rûxandina malan bidomînin."

Nûçeyê bixwîne

Heskîfê bi rantê difetisînin!

Ji bo Bendava Ilisûyê ya ku li ser Çemê Dîcleyê tê çêkirin milyarek eûro hatiye veqetandin û her wiha maliyeta restorasyona pira dîrokî 12 milyon TL û veguhastina Tirbeya Zenel Beg jî 16 milyon TL ye. Maliyeta ji bo çêkirina sê pirên nû jî 140 milyon TL'yî derbas dike. Hawirdorparêz, dest nîşan dikin ku di her kevirê Heskîfê de rant derdikeve holê û vê bedewiya dîrokî dikin qurbana rantê.

Nûçeyê bixwîne

Dadgehê biryar da bi zorê Parlanter Togrul bînin

Dozgerê Cuhmurityetê biryar da ku Parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Mahmut Togrul bi zorê bibin dadgehê.

Nûçeyê bixwîne

Li Hezexê ji ber parvekirinên medya civakî 4 kes hatin binçavkirin

Li Hezexê, bi hinceta di parvekirinên xwe yên civaka medyayî de "Propganadaya rêxistinê" kirin 4 kes hatin binçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

Broşurên HDP'ê hatin qedexekirin

Broşurên HDP'ê yên bi sernava "Tenê Nabe", ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Çelê bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê" hatin qedexekirin.

Nûçeyê bixwîne

6 girtî ji ber ketin grevê hatin sewqkirin

Li Girtîgeha Tîpa D a Amedê, 6 girtiyên siyasî yên ketin greva birçîbûnê hatin sirgûnkirin.

Nûçeyê bixwîne

Rêveberê HDP'î Ovenç, di dema xebatên 'Na'yê de jiyana xwe ji dest da

Rêveberê HDP'a Bagcilarê Fikret Ovenç, di dema birêvebirina xebatên "Na"yê de qeyrana dilî derbas kir û jiyana xwe ji dest da.

Nûçeyê bixwîne

Colemêrgiyan guh nedan baranê û 'Na'yê qêriyan

Li Colemêrgê, li gel baraneke dijwar jî bi hezaran welatî tevlî mîtînga "Na"yê bûn.

Nûçeyê bixwîne

Li Enqere û Edeneyê 6 kes hatin girtin

Li Enqereyê, 5 kesên di 11'ê Nîsanê de di serdegirtina malan de hatin binçavkirin, bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" hatin girtin.

Nûçeyê bixwîne

Malbatên Roboskiyê: Em ji bêedaletiyê re dibêjin 'Na'

Malbatên Roboskiyê, di hefteya 276'emîn de jî doza edaletê kirin. Malbatan di daxuyaniya vê hefteyê de anî ziman ku, ew ê di referandûmê de ji vê bêedaletiya ku 276 hefte ye didome re bibêjin "Na".

Nûçeyê bixwîne

Rupel 395 / 830