Rojane

Walîtiya Amedê: Tonek teqemenî hatiye bikaranin

Walîtiya Amedê tekîldarî teqîna li dijî Miduriyeta Polîsên Hêzên Çevik û TEM'ê ya Amedê pêk hat, daxuyanî da. Walîtiyê têkildarî teqîna ku 3 persolen mirin û zêdeyî 100 personel birindar bûn diyar kir ku di teqînê de tonek teqemenî hatiye bikar anîn û karê pisporî ye.

Nûçeyê bixwîne

Anketa dawî ya referandumê: 'Na' ji sedî 53.75 ye

Şirketa AKAM ku daxuyanî da û got "Ger 'Erê' derkeve em dê şîrketê bigirin" encama anketa dawî ya referandumê aşkere kir. Li gorî anketa dawî ya AKAM'ê rêjeya "Na" ji sedî 53.75 û rêjeya "erê" jî ji sedî 46.25 e.

Nûçeyê bixwîne

4 roj beriya referandumê 115 kes hatin binçavkirin

4 roj beriya referandumê polîsan li Amed, Sêrt,. Hatay, Stenbol û Antalyayê bi ser gelek malan de girt û herî kêm 115 kes binçav kirin. Di nava kesên hatin binçavkirin de pîra 72 salî Zekîye Ozgen jî heye.

Nûçeyê bixwîne

Uca ku ji ber vîtamîna B1 hatibû dersînorkirin: Ez dê îro jî heman tişti bikim

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca, dema Parlamentera Parlamentoya Ewropayê bû ji ber ku vîtamînên B1 ji bo girtiyên di sala 2012'an de ketibû greva birçîbûnê ji Ewropa anîn Tirkiye hatibû dersinorkirin. Uca, têkildarî çalakiyên niha li girtîgehan berdewam dike got: "Îro pêwistî hebe ez dê dîsa vîtamînên B1 bînim."

Nûçeyê bixwîne

Li Çerkezkoyê teqîn

Li kargeriya tekstîlê ya Çerkezkoyê teqîn pêk hat. 29 karkerên birîndar bûn rakirin nexweşxaneyê.

Nûçeyê bixwîne

Wezîr Soylu xwe derewand

Di 11'ê Nîsanê de li Midûriyeta Hêzên Çevîk a Amedê teqîn pêk hat. Di teqînê de 3 kesan jiyana xwe ji dest da û 4 kes birîndar bûn. Têkildarî bûyerê jî 5 kes hatin binçav kirin. Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu duh got "Di tamîna panzêrê de teqîn pêk hatiye." Soylu îro gotina xwe ya duh derewand û got. "Tunel kolandine û teqemenî bi cih kirine.

Nûçeyê bixwîne

Walîtîya Bedlisê 4 gundan qedexe îlan kir

Walîtiya Bedlisê li 4 gundên navendî yên Bedlîsê qedexeya derketina derve îlan kir.

Nûçeyê bixwîne

Çand û dîroka Sûrê bi avahiyên nû winda dikin

Avahî û warên li navçeya Sûrê di qedexeya derketina derve de bi tang û topan bi awayekî zêde hatibû texrîbkirin. Niha jî bi çêkirina avahiyên nû nasnameya çandî bi dîrokî diguherînin.

Nûçeyê bixwîne

Li girtîgeha Sêrtê jî 8 girtî ketin grevê

8 girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Sêrtê, ragihandin ku ji 10'ê Nîsanê ve dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kiriye.

Nûçeyê bixwîne

Hatin îxrackirin dikana kulîlkan vekirin

Hevserokê Şaxa SES'ê ya Êlihê Mustafa Yurtsever û Rêvebera SES'ê Nuriye Yurtsever ên bi KHK'ê hatin îxrackirin, dikana kulîlkan vekirin.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 400 / 830