Rojane

Malbatên girtiyan: Ger daxwazên girtiyan pêk neyên emê jî tekevin grevê

Malbatên girtiyan piştî li Girtigeha Sîncanê girtiyên di çalakiya grevê de ziyaret kirin, li Şaxa ÎHD'ê ya Enqereye civîna çapemeniyê pêk anîn. Malbatan diyar kirin ku ger daxwazên zarokên wan pêk neyê ew jî dê têkevin greva birçîbûnê.

Nûçeyê bixwîne

'Hevdîtinên 'Na'yê bi coşa 'Teqez em dê serbikevin' didome

Xebatên referanduma 16'e Nîsanê di pêşengiya KCD, HDK, HDP DBP, TJA Meclîsa Dakiyên Aştiyê yên "Na"yê bi coş û kelecanek mezin didome. Ziyaretên, esnafan, gundan û mîtîngên "Na'yê yên tên lidarxistin bi coşa "Teqez em dê serbikevin" didome. Li Stenbol, Îzmir, Riha û Amedê ger û ziyaretên "Na"yê hatin kirin. Li Stenbolê Parlamenterê HDP'ê Garo Paylan, diyar kir ku heta ev coş hebe ew dê teqez bi ser bikevin."

Nûçeyê bixwîne

DBP: Qeyûm tayînî 83 şaredariyan kirin û 89 hevşaredar girtin

Komîsyona Rêveberiyên Herêmî ya DBP'ê, têkildarî tayînkirina qeyûman û girtina hevşaredaran rapor amade kir û parve kir. Komîsyona DBP'ê di raporê de anî ziman ku piştî hilbijartina rêveberiyên herêmî 103 şaredarî qezenç kirin û ji van şaredariyan 83 şaredarî qeyûm hat tayînkirin û desteserkirin. Komîsyonê destnîşan kir ku niha 89 hevşaredarên wan jî girtî ne.

Nûçeyê bixwîne

Gokkan: Ji bo pêjeroja Azad em bêjin 'Na'

Xebatên HDP'ê yên referandumê wekî li gelek bajarên Kurdistanê û Tirkiye li Nisêbînê jî bi hemû leza xwe berdewam dikin. Heyeta ji endam û rêveberên HDP, TJA, DBP'ê û Dayikên Aştiyê pêk tê, kargehên tekstîlê yên navçeya Midyadê ziyaret kirin.

Nûçeyê bixwîne

Penaberên ji Sûriyê hatin Îzmirê rastî tundiyê tên

Penaberên ku ji Sûriyeyê hatin li Taxa Pamukyazi ya navçeya Torbali ya İzmirê kon vedan, rastî êrîşa niştecihên taxê hatin. Penaberên rastî êrîşê hatin neçar man ku biçin cihekî din kon vedin.

Nûçeyê bixwîne

Leşkeran 17 kes li Mûşê binçav kirin

Leşkeran li Bajaroka Konakkuran a navçeya Milazgirta Mûşê bi ser malan de girt û 17 kes binçav kirin.

Nûçeyê bixwîne

Dozger lêpirsîn li kesên beşdarî meşa Amara bûn vekir

Dozgeriya Xalfetî ya Rihayê li kesên beşdarî meşa Amara ya ji bo 68'emîn Rojbûna Rêberê PKK'e Abdullah Ocalan bûn lêpirsîn vekir. Di çarçoveya lêpirsînê de Hevserokê DBP'ê yê Navçeya Xalfetî Abdurahman Çiftçî hat binçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

Ceza li Edîtorê kurdî yê bîanetê birîn

2'emin Dadgeha Cezayen Giran a Bedlise bi îdîaya "Propaganda rêxistinê kiriye" 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Edîtorê bianetê yê berê Yûnus Onal birîn.

Nûçeyê bixwîne

Heyeta HDP'ê gundên Nisêbînê ziyaret kirin

Bi nêzîkbûna referandûmê re HDP'ê lez da xebatên referandumê. Heyeta HDP'ê li Nisêbînê gund bi gund digerin û sedema 'Na'yê ji welatiyan re vedibêjin. Endama TJA'yê Ayşe Gokkan diyar kirku divê her kes bi ruhê berxwedana Nisêbînê biçin Ser sindoqan.

Nûçeyê bixwîne

Girtiyên di grevê de sewq kirin

3 girtiyên li Girtîgeha Tîma M a Ermenekê ku di çalakiya greva birçîbûnê de ne, sewqî girtîgehek din kirin.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 406 / 830