Rojane

Şumûnîsî: Ji bo em nebin şahidê mirinan 'Na'

Niştecihên gundê Şumûnîs yê Colemêrgê, diyar kirin ku ji bo careke din ew dengê pevçûnan nebihîsin û nebin şahidê mirinan ew ê di referandûmê de bibêjin "Na".

Nûçeyê bixwîne

Di deriyê referandumê de alîkariya pereyan

Li Silopiyayê, wek her hilbijartinê, bi nêzîkbûna referandûmê re jî AK Partî di bin navê "alîkariyê" de pere belav kirin. Lê welatiyên navçeyê, dest nîşan kirin ku ev alîkarî ji bo zêdekirina dengê "Erê" ye. Lê dê bi tu awayî nikaribe rengê dengê wan biguherîne.

Nûçeyê bixwîne

Jiyanek koçberî û tekoşînek bi wate: Evîn Bûldan

Malbata Edîtora Rojnameya Rojeva Medyayê Evin Buldan anî ziman ku jiyana Evîn bi koçberiyê derbas bûye, lê tu carî wê dev ji têkoşîna xwe bernedaye. Meta Evîn Bûldan, Xecê Ova diyar kir ku di dema koçberiyê de Evîn 2 salî bûye û dayika Evînê 3 mehan wê bi beruyan xwedî kiriye.

Nûçeyê bixwîne

Li Girtîgeha Şirnexê parastina kurdî jî qedexe kirin!

Li Girtîgeha Şirnexê greva birçûbûnê ya dorveger di roja 22'yemîn de berdewam dike û li gel vê rêveberiya girtîgehê li Lijneya Dîsîplînê ya Girtîgehê mafê parastina kurdî jî li girtiyan qedexe kir.

Nûçeyê bixwîne

Şirnexî: Serokwezîr Yildirim dê bi kîjan rûyî bê Şirnexê!

Welatiyên Şirnexê der barê hatine Serokwezîr Binali Yildirim û cihê mîtîngê ya ku dê li şûna avahiyên hatine hilweşandin bê lidarxistin bertek nîşan dan. Şirnexiyan wiha got: "Hem dê li cihê cenazeyên zarokên me mîtîngê li dar bixin hem jî dê dengan ji me bixwazin. Dê bi kîjan rûyî bê vê derê?"

Nûçeyê bixwîne

Serokwezîr dê li ser enqaza malan mîtîngê li dar bixe

Li Şirnexê, dê di 7'ê Nîsanê de bi beşdariya Serokwezîr Binali Yildirim mîtinga referandûmê bê lidarxistin. Hat zanîn ku, dê mîtînga AK Partiyê li cihê malên ku di dema operasyonan de bi temamî hatibûn hilweşandin bê lidarxistin.

Nûçeyê bixwîne

Sarialtun: 'Erê' derkeve em dê şensê xwe yê axaftinê jî winda bikin

Serokê Giştî yê Odeya Plansazên Bajêr a TMMOB'ê Orhan Sarialtun, dest nîşan kir ku ji bo gel nekeve bin înîsyatîfa kesekî tenê, ew ê wek TMMOB'ê ji bo "Na"yê bitêkoşin.

Nûçeyê bixwîne

Çima muduriyeta polîsan, beriya ceza li Kamuran Yuksek geriya?

Endamê Komîsyona Huqûqê ya DBP'ê Parêzer Şivan Cemil Ozen, cezakirina bersûcên doza "KCK"ê nirxand. Ozen, anî ziman ku beriya rûniştina dozê bi rojekê muduriyeta polîsan bi telefonê li Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek geriyeya û got, bi komployekê girtina wî hatiye plankirin.

Nûçeyê bixwîne

Li hilbijêran ên bi destê qeyûm negirtin doz hat vekirin!

Der barê Hevşaredara Pasûrê Sadiye Suer û Endamê Meclîsa Şaredariyê Murat Ay de, ji ber bi destê qeyûm Muhsin Çiçek negirtine û bi îdiaya gef lê xwarine û heqaretî lê kirine, bi daxwaza ji 3 salan heta 7 salan cezayê girtîgehê doz hat vekirin.

Nûçeyê bixwîne

Erdogmuş: Divê demildest daxwazên girtiyan bi cih bên

Li Girtîgeha Şakranê greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger di roja 51'emîn de ye. Parlementerê HDP'ê yê Amedê Nimettullah Erdogmuş, diyar kir ku çalakiya greva birçîbûnê di rojên krîtîk de ye û xwest demildest daxwazên girtiyan bi cih bên.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 421 / 830