Rojane

Xwîşk û birayê Ocalan gazî îfadeyê kirin

Xwişka Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Fatma Ocalan û birayê wî Mehmet Ocalan di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Xelfetiyê ji ber pîrozbahiya rojbûna Ocalan daye destpêkirin de gazî îfadayê kirin.

Nûçeyê bixwîne

Her salê rojnamegerek hat kuştin

Li Tirkiye piştî xebatkarê Rojnameya Serbestiyê Hasan Fehmi Beg di 6'ê Nîsana 1909'an de hat kuştin, Ev roj wek "Roja Kuştina Rojnamegeran" hat qebûlkirin. Di ser kuştina Fehmi Beg re 108 sal derdbas bûn. Ji wê demê heta niha li Tirkiyeyê zêdeyî 100 rojnamger hatine kuştin û niha 166 rojnameger jî girtî ne.

Nûçeyê bixwîne

Li gel hemû çewisandinan jî şemzînanî dibêjin 'Na'

Li Şemzînana ku AK Partî bi refeqatiya tîmên taybet û wesayîtên zirxî xebatên referandûmê yên "Erê" bi rê ve dibe, bi her awayî kesên ji bo "Na" xebatan bi rê ve dibin asteng dike. Lê li gel vê astengiyê jî şemzînanî ji bo "Na"yê bi israr in.

Nûçeyê bixwîne

STK'yên Amedê: Berî mirinê mafên qanûnî pêk bînin

Saziyên civaka sivîl ên li Amedê, têkildarî grevên birçîbûnê yên li girtîgehan didomin bang kirin ku beriya li girtîgehan cenaze derkevin daxwazên girtiyan pêk bînin.

Nûçeyê bixwîne

Bi temenê 61 salî li dijî santralên termîkê bi rêxistin dike

Li Tirkiyeyê yek ji santralên termîkê yên herî mezin li Yataganê ye, ku talûkeya mirinê dide der. Ji niştecihên gundê Tûrgûtlarê Tayibe Demirel a 61 salî, mal bi mal digere û ji niştecihên gund re talûkeya Santrala Termîkê ya Yataganê vedibêje.

Nûçeyê bixwîne

'Dewlet sûcdarên îstismara zayendî diparêze'

Endama Egîtîm Sen'ê Aslihan Sezer, li dijî îstismarkirina 35 zarokên li Dêrikê bertek nîşan da. Sezer, diyar kir ku dewlet jin û zarokan naparêze û wiha got: "Ji dêvla ku dewlet li dijî îstismara zayendî tevdîran bigire, îstismarkaran diparêze."

Nûçeyê bixwîne

‘Ev ne referandûm e, plebîsît e'

Sekretera Şaxa Odeya Mîmarên TMOBB'ê ya Buyukkenta Stenbolê Mucella Yapici, dest nîşan kir ku dê gel bi tirs û endîşe di nêvengeke bêedalet ya propagandayê de ber bi dengdayînê ve biçe. Yapici wiha got: "Ji xwe em di televîzyonan de tenê kesên dibêjin 'Erê' dibînin."

Nûçeyê bixwîne

Ji bo jinên tirkmen ber bi Reqayê ve...

Şervana tirkmen Silava Minbic a di dema rizgarkirina Minbicê de ji esareta DAIŞ'ê rizgar bû, diyar kir ku ew ber bi Tebqayê ve diçin û wiha got: "Li Reqayê bi sedan jinên tirkmen di dest DAIŞ'ê de ne. Piraniya wan hatin qetilkirin. Gelek jê jî li bazarên koleyan hatin firotin. Li dijî vê min nikaribû xwe li bêdengiyê daniyana."

Nûçeyê bixwîne

Paytexta turîzmê Antalyayê dibêje 'Na'

Li Antalyaya ku turîzm tarûmar bûye, hemû hêvî ew e ku di referandûmê de "Na" derkeve. Li bajarê ku niha li ber îflasê ye, hedef ji sedî 60 e.

Nûçeyê bixwîne

Hevalên Bûldanê behsa wê kirin: Bi sekna xwe hêz dida

Hevalên rojnameger Evîn Buldan a ji ber qeyrana dil jiyana xwe ji dest da, behsa wê kirin û diyar kirin ku Buldan hevaleke zaf bi coş û heycan bû. Hevalên wê anîn ziman ku, roja Buldanê jiyana xwe ji dest da, "Komcivîna Jin û Parastinê" a li Kobaniyê hat lidarxistin kiribû manşet.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 425 / 830