Rojane

'Ji bo êdî tu zarok Bêkes nemînin 'Na''

Malbatên cizîrî yên xizmên wan di dema qedexeya derketina derve de hatin kuştin, der barê referandûmê de axivîn û sedemên xwe yên "Na"yê vegotin.

Nûçeyê bixwîne

Dê HDP li Aydinê li ser sindoqan be

Ji bo referandûmê dê li Aydinê 2 hezar û 330 sindoq bên danîn û her wiha xebatên ji bo ewlehiya sindoqan jî bênavber didomin. Rêveberê Lijneya Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP'ê Osman Dagtekin, anî ziman ku wan ji bo hezar û 101 sindoqî kes peywirdar kirine.

Nûçeyê bixwîne

Bêyî Tahir Elçi, dê dilşikestî Roja Parêzeran peşwazî bikin

Dê Baroya Amedê, 5'ê Nîsanê Roja Parêzeran bêyî Tahir Elçi bi awayekî dilmayî pêşwazî bike. Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen, dest nîşan kir ku di ser cinayeta Elçi re 15 meh derbas bûne, lê hîn jî di dosyeya lêpirsînê de wek kiryar an jî gumanbar îfadeya(ên) tu kesî nehatine wergirtin.

Nûçeyê bixwîne

Li Êlihê, ji ciwanan heta extiyaran her kes dibêje 'Na'

Gelê Êlihê, dest nîşan kir ku hikûmet bi tu awayî sozên xwe bi cih nayîne û ji ciwanan bigire heta extiyaran her kes dibêje "Na".

Nûçeyê bixwîne

Wextê kerengan dest pê kir

Kerengên ku bi zehmetiyeke mezin li quntarên Qerejdaxê tên berhevkirin, welatî li dezgeh û bazaran wan difiroşin.

Nûçeyê bixwîne

Girtiyên 19'ê Kanûnê: Şoreşger tu carî teslîm nabin

Husamettin Ozdem û Barbaros Yilmaz ê di pêvajoya 19'ê Kanûnê de zêdeyî sed rojî di rojiya mirinê de man, têkildarî rewşa girtiyên siyasî yên di greva birçîbûnê de ne dewletê hişyar kir. Ozdem wiha axivî: "Îktîdar di warê bedenê de mirov dîl girtin, lê dixwaze di warê mêjî de jî dîl bigire, lê belê şoreşger di warê mêjî de bi tu awayî teslîm nabin."

Nûçeyê bixwîne

Malbatên li Şakranê rastî êrîşê hatin axivîn

Li Girtîgeha Şakranê, di dema hevdîtina vekirî ya çend roj berê de, gardiyan û cendirmeyan êrîşî xizmên girtiyan kiribûn. Malbatan behsa wê kêliyê kir. Malbatan diyar kir ku, di dema hevdîtinê de li ser serê her girtiyî 2 gardiyan disekinîn û gotin, gardiyanan gotiye "Em peywira xwe bi cih tînin" û êrîşî wan kirine.

Nûçeyê bixwîne

Polîsan bi ser şaredariya Rezan de girt

Polisên Tîmên Tevgera Taybet bi ser şaredariya Rezan a DBP’î de girt. Polîs li avahiya şaredariyê lêgerîn dikin.

Nûçeyê bixwîne

Karkerên çermê pêlavan ji bo keda xwe dibêjin 'Na'

Karkerên çermê pêlavan dest nîşan kirin ku ji bo heqê keda xwe bistînin û ji bo pêşeroja zarokên xwe ew ê di referandûmê de bibêjin "Na".

Nûçeyê bixwîne

OSO û El Nusra êdî zarokê 10 salî dike şervan

Li navenda Îdlîbê ku di kontrola OSO û El Nusra yên Tirkiye piştgiriyê didê de êdî zarokên di navbera 10 û 15 salî de weki mîlîtan tên perwerdekirin. DAÎŞ'ê jî berê zarokên biçûk wekî bombeyên zindî perwerde dikir.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 428 / 830