Rojane

‘Heta Ocalan azad nebe xwîn nasekine'

Endamên Meclîsa Dayikên Aşktiyê yên Êlihê amadekariyê dikin ku ji bo 4'ê Nîsanê Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz bikin biçin Amarayê. Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Sultan Azboy anî ziman ku ew hêvî dikin ku di sala pêş de Ocalan di nava gel de rojbûna xwe pîroz bike û wiha got: "Heta Ocalan azad nebe ev xwîn naskine."

Nûçeyê bixwîne

Ji stranê re qedexe, ji stranbêj re heps

Biryarên qedexekirina li ser strana hilbijartina referandûmê ya HDP’ê ya “Bêjin Na” li ser hev didomin. Niha jî der barê nivîskarê stranê hunermend Seyda Perînçek de di çarçevoya lêpirsîna de biryara cezayê hepsê hat dayîn.

Nûçeyê bixwîne

Rêvebera ÎHD'ê Şengul: Encama hemû berxwedan serkeftin e

Rêvebera ÎHD'ê ya Navendî Necla Şengul, li dijî zextên li ser girtiyan tê meşandin û berxwedana girtiyan a li dijî zextan diyar kir ku heta niha hemû berxwedan bi serkeftinê bi encam bûne. Şengul, anî ziman ku girtî ji bo zilma li ser wan bi dawî bibe ketine greva birçîbûnê û wiha got: "Ev ne întîhar e. Ev berxwedan e. Her berxwedan bi serkeftinê bi dawî bibe."

Nûçeyê bixwîne

Dîlek Ocalan dema hevdîtina li Îmraliyê vegot

Xwarziya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Dîlek Ocalan bi minasebeta 4'ê Nîsanê Roja Rojbûyîna Ocalan behsa ziyareta li Îmraliyê bi Ocalan re kir. Ocalan anî ziman ku dema di hevdîtina li Îmraliyê de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan destê wê jidand bêtir baweriya wê bi wê hat û wiha got: "Mirov matmayî dimîne di odeyek wisa biçûk û şertên ew qas giran de çawa dikare ew qas bi afirîne û moral bide."

Nûçeyê bixwîne

'Ji fermanên zilmê re Na'

Hunermendên mêrsînî diyar kirin ku ew ê di refendumê de ji bo pêşxistine hunerê bibêjin "Na" û wiha gotin: "Ji qanûnên bav û fermanên zilmê re Na."

Nûçeyê bixwîne

Kedkar: Ji bo tenduristiya Tirkiye 'Na'

Karmendên li Antalyayê bi KHK'ê hatin îxrackirin diyar kirin ku dê di 16'ê Nîsanê de bêjin 'Na' Karmend û akademîsyen Erdal Gîlgît, diyar kir ku ji bo wekî Almanyaya Hitler Tirkiye jî neçe felaketê dê bêjin "Na". Kedkarê tendurdistiyê Veysel Akboga jî anî ziman ku ji bo tenduristiya ruh, hiş û bedena Tirkiye dibêje "Na".

Nûçeyê bixwîne

Li Reqayê şervanekî çînî: Min xwest şoreşê bijîm

Şervanê QSD'ê yê ji Çînê balê dikişîne Huang Lei wiha got: "Li vir hemû kes jiyana hevpar înşa dikin. Li vir ji bo mirovahiyê hin tişt tên bidestxistin. Divê ev baş bê dîtin. Di refên QSD'ê de em dikarin bibin şahidê hemû cudatî û dewlemendiya Sûriyeyê. min nexwest temaşe bikim, min xwest şoreşê bijîm."

Nûçeyê bixwîne

‘Ji bo rêxistinê carekê dîtina Ocalan bes e’

Xizma Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Ferehnaz Ocalan diyar kir ku wê di jiyana xwe de carekê Ocalan dît û wiha got: “Carekê di dema îşkenceyê de Ocalan ji min pirsîn, min jî got ‘bi xwedê min tenê carekê dîtiye, ez pêrejî neaxivîme ‘. Leşkeran ji min re got ‘Ji bo rêxistinê carekê dîtina Ocalan bes e’ ”

Nûçeyê bixwîne

‘Ocalan hîn biçûk bû li dijî neheqiyê disekinî’

Hevalê dibistanê yê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Şevket Uçar qala bîranînek xwe yên bi Ocalan re kir û wiha got: “Carekê 2-3 kesan li min xist. Li gel ku ew xizmên Ocalan bûn, ji ber neheqî li min kirin Ocalan li wan xist. Ocalan di wê demê de li hemberî neheqiyê disekinî.”

Nûçeyê bixwîne

Li Mêrsînê 2 polîs di êrîşa bi bombeyî de birîndar bûn

Li duriyana Tece ya Mezîtliya Mêrsînê serê sibê saet li dor 07.30'an de li dijî maşîneyek polîsan êrîşa bi bombeyî pêk hat. Di êrîşa bi bombeyî de 2 polîs birîndar bûn. Polîsên di êrişê de birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Tipê ya Zanîngeha Mêrsînê.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 432 / 830