Qedexeya li 23 herêmên Çewligê hat dirêjkirin
Qedexeya li 23 herêmên Çewligê hat dirêjkirin
Nûçeyê bixwîneQedexeya li 23 herêmên Çewligê hat dirêjkirin
Nûçeyê bixwîneKonya ya ku heta niha wekî keleha siyaseta muhafazakar bû di referandumê de li ber guhertinê ye. Li Konyayê muxalefet bi îdia ye û dibêjin ku dê ji sedî 40-50 dengên "Na" derkeve û "Xeyalên AKP'ê di keleha wî de têk biçe."
Nûçeyê bixwîneWelatiyekî gund diyar kir ku li Dêrikê M.Ş.Y. ê ku li 35 xwendekaran îstimara zayendî pêk anî bi navbeynkariya keyayê gund ê AKP'î ve bêyî lêkolîn bê kirin û pişt bê kişandin dest bi kar kiriye û gotina "em kesên ku ev zilam kirine kar jî dixwazin bên darizandin." Têkîldarî îdiayan nûçegihanên me yên ku çûn gund jî ji aliyê cerdevan M.A. û fermandariya cendirmeyan ve hatiin astengkirin.
Nûçeyê bixwîneNûçegîhanê DÎHA'ya hat girtin Mehmet Guleş ê bi hinceta nûçeyên çêkirine û hevdîtinên bi çavkaniyên nûçeyan re hat girtin û der barê wî de 20 sal cezayê girtîgehê tê xwestin, dê sibê cara ewil derkeve pêşberî dadwer.
Nûçeyê bixwîneDayîka Seher ya ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di zarokatiya xwe de her tim diçû mala wê û xwarina destê wê dixwar wiha qala Ocalan dike: “Carekî min gulek ji baxçe jêkir û da Apo. Wî jî tizbiya ku bi destê xwe ji dendikê zeytûnan çêkiribû diyarî min kir. Heta ez hebim ez ê vê tizbiyê veşêrim."
Nûçeyê bixwîneDozgeriya Şemzînanê der barê 'Tîma Înfazê ya Gerdî' ku Hevşaredar Nahîde Yildiz, rêveberên HDP û DBP'ê, endamên TJA û esnafên Şemzînan jî di nav de gefa mirinê li 30 kesî xwaribû, biryara neşopandinê da.
Nûçeyê bixwîneHevalê zarokatiyê û cîranê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Tarhan diyar kir ku, wî û Ocalan di zarokatiya xwe de bi hevdu re avjenî dikir û Ocalan di dema li ser piştç avjenî dikir digot "Ez tu astengiyan nas nakim." Her wiha Tarhan anî ziman ku dema ew biçûk bûn Ocalan tim digot "Wê roj bê û dê li van deran gelek tişt biguherin."
Nûçeyê bixwîneA.B. yê ku polîsan ji bo leşkeriyê ew rawestandin û ji dêval ku wî bibin Şaxa Leşkeriyê ew birin eraziyekî û pêşniyara sîxurtiyê lê hat kirin. A.B. yê pêşniyara sîxurtiyê qebûl nekiriye, polîsan çek spartiye serê wî û ev pêşniyar lê kirine: "Heke tu qebûl bikî 'em ê li şaredariyê te têxin karekî'."
Nûçeyê bixwîneBazarvanên êlihî, diyar kirin ku ji ber ew nikarin kar bikin rewşa wan a aborî ber bi nebaşiyê ve diçe û gotin, da vê rewşa nebaş rawestînin ew ê di referandûmê de bibêjin "Na".
Nûçeyê bixwîneNûnerê ETUC'ê Patrick Itschart, diyar kir ku wan li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li qada jîngehê biryara lidarxistina hin çalakiyan daye û wiha got: "Ne mûmkun e ku em van tiştan qebûl bikin." Istchart, diyar kir ku wî berê endamtiya Tirkiyeyê ya ji bo YE'yê diparast û wiha got: "Lê îro, li gel evqas tiştî parastina ji bo vê endamtiyê ne tiştekî hêsan e."
Nûçeyê bixwîne