Rojane

Beriya hatina Erdogan Belavkarê Rojava Medya hat binçavkirin

Xebatkarê Rojeva Medya û Ozgurlukçu Demokrasî Ahmet Boltan li Taxa Gaziler ya Peyasa Amedê dema rojname belav dikir ji aliyê polisan ve hat binçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

'Bêjin Na' li Amedê jî hat qedexekirin

Strana referandumê ya HDP'ê ya "Bêjin Na" piştî Şirnex û Wanê li Amedê jî hat qedexekirin.

Nûçeyê bixwîne

Nivîskar Aktaş: Planên Erdogan ber avê çûn

Nivîskarê Rojnameya Rojeva Medya Ahmet Aktaş di qunçiknivîsa xwe ya îro de li ser polîtîkayên Serokomarê Tirkiye Tayyip Erdogan û encama wê rawestiya. Aktaş, anî ziman ku planên Erdogan ên li Rojava bi avê deçûye.

Nûçeyê bixwîne

Erdogmuş ê HDP'î: Mafên ku xwedê daye înkar dikin

Parlamenterê HDP'ê Nîmetullah Erdogmuş ê di çarçoveya xebatên referandumê de çû serdana rêveberên komeleyan wiha got: "Tiştên ku ji bo pêşeroj, ciwan, gel û jinan sudewar be 'Na' ye."

Nûçeyê bixwîne

Berê rojnameger tahliye kirin piştre binçavkirin

21 rojnamegerên ku ji doza "Lêpirsîna Medya Cemaeta Gulen" dihatin darizandin derketin pêşberî dadgehê. Ligel heyeta dadgehê biryara tahliyeyê da Dozgeriya Komarê ya Stenbolê dîsa der barê 13 kesan de biryara binçavkirinê da û bertana 8 kesan jî li dadgeha bilind îtîraz kir.

Nûçeyê bixwîne

Operasyonên Sûr û Nisêbînê bi rêve bir wekî fermandarê rêveberiya awarte hat tayînkirin

Fermandarê 7'emîn Qoloruyê ya Amedê Îbrahîm Yilmaz ê operasyonên li Sûr, Nisêbîn û Farqînê bi rêve bir û bi sedan kesan jiyana xwe ji dest da ji aliyê Konseya Sulhê ya Welat ve wekî "Fermandarê Rêveberiya Awarte ya Amedê" hatiye tayînkirin. Yilmaz ê ji ber hewldana darbeyê hat girtin diyar kir ku ji ber operasyonên ku kiriye wekî fermandarê rêveberiya awarte hatiye tayînkirin.

Nûçeyê bixwîne

‘Ocalan pênûsa xwe dikir 3 parçe bi hevalên xwe re parve dikir'

Yek ji şahidên jiyana Ocalan, Sevîm Çapan a ku ji gundê Cîbinê ye. Çapan, behsa wan salên ku Ocalan li dibistana gundê wan dixwend kir û wiha got: "Ji bo pêlavên wî neqetin pêlav ji lingên xwe derdixist û dixist bin çêngên û dihat. Pênûsê xwe dikir 3 perçe, li hevalên xwe parve dikir û li dersê dixebitî."

Nûçeyê bixwîne

Dê hilbijêrên derveyî bajêr bi wesayîtan bînin ser sindoqan

Li Şirnex û navçeyên wê, ji bo kesên ku di dema qedexeya derketina kolanan de bi darê zorê hatin koçberkirin dengê xwe bi kar xebatên hatin birêvebirin li ber qedandinê ne. Hevserokê HDP'a Şirnexê Zekî Îrmez da zanîn ku, wan malbat tespît kirine û ji bo hilbijartinê jî hemû muşahîdên xwe yên ser sindoqan diyar kirine.

Nûçeyê bixwîne

Ji her 10 kesên ku dibêjin 'Na', 8 jê newêrin nêrînên xwe vebêjin

Ji ber pêkûtî û çewisandinan, mirov bi awayekî aşkere nikarin nêrînên xwe yê der barê referandûmê vebêjin. Li OSTÎM'ê me ji gelek kesan nêrîna wan a der barê referandûmê pirsî. Ji her 10 kesên ku dibêjin "Na", 8 jê newêrin ji çapemeniyê re nêrîna xwe vebêjin.

Nûçeyê bixwîne

Gardiyanên mêr li qawîşan geriyan: Jinên girtî derb kirin û avêtin hucreyan

Hat diyarkirin ku, li Girtîgeha Tîpa C a Tarsûsê gardiyanên mêr ji bo lêgerînê bi ser qawîşên jinan de girtine. Jinên ku li dijî bertek nîşan dane, ji aliyê gardiyanan ve hatine derbkirin û paşê jî cezayê dîsîplînê li wan hatiye birîn û ew xistine hucreyan.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 438 / 830