Bi çêkirina seramîkê mezaxtinê rexne dike
Hosteyê seramîkê Aydin Afacan, bi çêkirina kaseya xwarinê ya dema neolîtîk rexne li mezaxtina dema niha dike.
Nûçeyê bixwîneHosteyê seramîkê Aydin Afacan, bi çêkirina kaseya xwarinê ya dema neolîtîk rexne li mezaxtina dema niha dike.
Nûçeyê bixwîneNivîskarê Rojnameya Rojeva Medya Salih Firat Pîr, di nivîsa vê hefteyê de bal kişand ser polîtîkayên hikûmetê yên dopêça gundan û xerakirina bajarên kurdan. Pîr, diyar kir ku valakirina gundan polîtîkaya komkujiyê ye.
Nûçeyê bixwîneEndamê MP a DBP'ê Suleyman Oztoprak ê xebatên referandumê ya li herêma Bakurê Serhedê nirxand wiha got: "Na ya gelên azerî, terekeme, kurdan a hevpar ji bo pêşerojê dibe hêvî."
Nûçeyê bixwîneLi Girtîgeha Tîpa C a Tarsûsê greva birçûbûnê ya jinên girtî di roja 17’emîn de jî didome. Girtiya bi navê Saadet Akin, bi telefonê agahî da malbata xwe û diyar kir ku bi grevê re binpêkirinên mafan ên li girtîgehê zêde bûne û heta daxwazên wan bi cih bên dê berxwedana xwe bidomînin.
Nûçeyê bixwîne4 endamên DBSP'ê yên li Metroya Batikentê belavoka 'Na' belav dikirin hatin binçavkirin û rastî îşkenceyê hatin. 4 kesên di bin çavan de rastî îşkenceyê hatin serî li TÎHV'ê dan diyar kirin ku dê glî bikin.
Nûçeyê bixwîneLi navçeya Yunusemre ya Manîsayê avahiyên bê xwedî maye bûne navenda tiryakêş û hişbiriyê. Welatiyên cîran diyar kirin ku tiryakêş li van avahiyan bi şevê agir pêdixin û li dora agir heta serê sibê tiryakê dikişînin. Cîranan bang li rayedaran kir ku tedbîra vê yekê bigirin.
Nûçeyê bixwîneLi Êlihê, mamosteyê 14 salan Reşat Akinci yê hat îxrackirin, niha li cem kekê xwe li ser înşeatê dixebite. Akinci wiha got: "Heke di referandûmê de 'Na' derkeve, dê li pêşiya rojên ronî hebin. Lê heke, 'Erê' derkeve, dê pêşerojeke hîn tarîtir li benda me be."
Nûçeyê bixwîneDayika girtiyê bi navê Cengiz Dogan ê li Girtîgeha Şakrana Îzmîrê 45 roj in di greva birçîbûnê de ye Şukriye Dogan diyar ku girtiyên di greva birçîbûnê de rastî şîdetê tên û ew tazîkirine. Dogan banga "divê dayik li hemberî van zextan rabin ser piyan û bibin parçeyeke berxwedana zarokên xwe" kir.
Nûçeyê bixwîneBaroya Enqereyê ya diyar kir ku ji bo ewlehiya sindoqan şik û gumanên wê hene, di çarçoveya projeya 'ji bo her sindoqê parêzerek' de, ji bo hezar parêzerî perwerdehiya ewlehiya sidnoqan kir.
Nûçeyê bixwîneDê di 1'ê Nîsanê de Serokomar Erdogan û Serokwezîr Binali Yildirim li Amedê mîtîngekê li dar bixin. Hat zanîn ku beriya mîtîngê, Navenda Giştî ya AK Partiyê, ji bo weadan ji Ajansa Pêşvebirinê ya Karacadagê daxwaza projeyan kiriye.
Nûçeyê bixwîne