Rojane

Dozger xwest polîsê Kurkut kuşt bê girtin

Dozger, berdana polîsê ku Kemal Kurkut di Newroza Amedê de kuşt îtîraz kir û xwest polîs bê girtin.

Nûçeyê bixwîne

TTB: Greva birçîbûnê krîtîk dibe divê rayedar hevdîtin bikin

Endama Konseya Navendî ya Yekîtiya Tabîban a Tirk (TTB) Selma Gungor, bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî û wiha got: "Çalakiya girtiyan di rewşek kritik de ye. Divê rayedar bi lezgîn bi girtiyan re hevdîtin bikin û daxwazên wan pêk bînin. Em dê Forma Çavdêriyê ya Grevê bişînin.

Nûçeyê bixwîne

Polîsan êrîşî xwendekarên xwestin Kizildereyê bi bîrbînin kirin

Polîs û Yekîneyên Ewlehiya Taybet êrîşî xwendekarên xwestin li Zanîngeha Stenbolê kesên di qetlîmana Kizildereyê de jiyana xwe ji dest dan bi bîrbînin kirin û 33 xwendekar binçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

Hat îdîakirin girtiyên di grevê de ne rastî lêgerîna tazî tên

Hat îdîakirin ku girityên li Girtîgeha Tîpa T a Şakrana Alîaga ya Îzmîrê di greva birçîbûnê de ne di saetên şervê de ji kawîşan hatine girtin, hatine tazîkirin û li odeyekê tên rawestandin.

Nûçeyê bixwîne

Ertugrul Kurkçu; Xwedîderketina têkoşîna Çayan û tekoşîna kurdan hevpar e

Parlamenterê HDP'ê yê Îzmirê û hevrêyê Mahîr Çayan Ertugrul Kurkçu, diyar ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xelat têkoşîna Mahir Çayan û xeta têkoşîna xwe kiriye yek û herdu xetên têkoşînê bi hevre pêş dixe. Kurkçu, anî ziman ku xwedîderketina HDP û HDK û şirîkatiya têkoşina azadiya kurdan hevpar e û wiha got: "Kizildere ne dawî ye. Tekoşîn dê bidome."

Nûçeyê bixwîne

Ji KCD'ê bang: Ji bo daxwazên girtiyan hestiyar bin

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), têkildarî greva birçîbûnê daxuyanî da û wiha got: "KCD diyar dike ku daxwazên girtiyan daxwazên gelên me ne. Li ser vê bingehê ji bo ev daxwazên grevên birçîbûnê yên ku roj bi tevlibûnên nû mezin dibe bi cih werin em bang li gelê xwe, sazî dezgehên naveteweyî, CPT, parêzvanên mafên mirovan dikin ku bi hestyarî tevbigerin."

Nûçeyê bixwîne

Şervanên QSD'ê: Mizgînaya azadiya Reqayê nêzîk e

Şervanên QSD’ê ku kêm maye bikevin Tabqayê diyar kirin ku ew ê di demek kurt de mizgîniya “azadiya Reqayê” bidin gel.

Nûçeyê bixwîne

Jinên gundên wan hatin valakirin: Ji bo zilm bi dawî bibe 'Na'

Jinên di salên 1990’an de gundê wan hat valakirin û koçî Êlihê kirin, diyar kirin ku ji bo zilma li ser wan bi dawî bibe dibêjin 'Na'. Jinên bi navê Gulistan Sarim û Fatım Şimşek, anîn ziman ku ji bo zilma li ser gel bi dawî bibe dibêjin 'Na'.

Nûçeyê bixwîne

'Em naxwazin cenazeyên zarokên me ji girtîgehan derkevin'

Bavê girtiyê bi navê Yusuf Ozdemîr, ê ku 29 roj in di gireva birçîbûnê de ye, Osman Ozdemîr da zanîn ku kurê wî bi qasî 5 kîloyan zihîf bûye û ji aliyê moralê ve baş e. Ozdemir wiha bang li raya giştî kir: "Ji bo ku em cenazeyên zarokên xwe ji gîrtegehan negirin, divê her kes tevbigere."

Nûçeyê bixwîne

OHP'ê pirtûka 18 xalên referandumê amade kir

OHP, der barê guherandina 18 madeyên Qanûna Bingehîn de ya ku dê di 16'ê Nîsanê de berpêşî referandûmê bê kirin pirtûkçeyeke raveker amade kir.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 446 / 830