Rojane

Zarokên Sûriyeyî rojê bi 5 lîreyan dixebitînin

Li Dîlokê, zarokên penaberan li nav malan rojane bi beramberiya 5 lîreyî wek karkerên fasonî tên xebitandin.

Nûçeyê bixwîne

Dest bi firotina gulikê hat kirin

Li Dersima ku her deverên wê bi navê "Herêma Ewlehiya Taybet" de hatiye qedexekirin, gulika ku bi awayekî xwezayî şîn tê, bi zor û heft bela li herêmên qedexe tên berhevkirin.

Nûçeyê bixwîne

Dê Çemê Êlihê dîsa bibe sedema mirinan!

Ji ber karêrên qaçax ji Çemê Êlihê qûmê dikêşin, li nav çem û hawirdora wê gelek gravok û gol çêbûne û ev jî dibe ku bibe sedema mirina kesên ji bo xwe hênik dikin dikevin çem.

Nûçeyê bixwîne

Gardiyanan ew ji ser hiş birin, lê rapora 'derbkirin tune ye' danê

Hat zanîn ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê, 4 girtî ji aliyê gardiyanan ve bi awayekî dijwar hatine derbkirin û ji ber vê derbkirin û îşkenceyê girtiyê bi navê Muhammed Said Kulu ji ser hişê xwe çûye. Her wiha dîsa hat zanîn ku Kuluyê ku rakirin nexweşxaneyê, rapora "derbkirin tune ye" dane wî.

Nûçeyê bixwîne

Gef li girtiyan xwarin: Tiştên Esad Oktay nekiriye ez ê bikim

Li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 3 ya Şakranê hate îdiakirin ku midûrê yekemîn Mustafa Sonmez gefa "Bila malbatên we bên we xilas bikin. Tiştên ku Esad Oktay nekiriye ez ê bînim serê we" li girtiyên di grevê de ne xwar.

Nûçeyê bixwîne

Ji karkeran heta kedkaran ji bo HDP'ê piştevaniya 'Na'yê

Ji karkeran heta emekdaran, ji xwendekaran heta hunermendan li her qadê her diçe piştevaniya ji bo kampanyaya "Na"yê ya HDP'ê xurtir dibe.

Nûçeyê bixwîne

11 sal in ku kiryarên Mahsun Mizrak nehatine cezakirin!

Li Amedê, di bûyerên 28'ê Adara 2006'an de kamsuleke gazê li serê Mahsun Mizrakê 14 salî ketibû û ji ber vê Mizrak miribû. Di ser bûyerê re 11 sal derbasbûne lê hîn jî kiryarên kuştina Mizrak nehatine cezakirin. Parêzerê malbatê Bariş Yavuz, diyar kir ku her çi qas di vî warî de DMME'yê Tirkiyeyê mehkûm kiribe, lê hîn jî lêpirsîneke çalak nehatiye birêvebirin û got, dixwazin ser dozê bê girtin.

Nûçeyê bixwîne

Îşkenceya 'lêgerîna tazî' li girtiya jin kirin

Abdulvahap Çile yê bi saya parêzeran li Girtîgeha Jinan a Sîncanê serdana keça xwe Zeynep Dilan Çileyê kir, diyar kir ku ew ji jiyana keça xwe û girtiyên jin n din bi şik û guman e. Çile wiha got: "Li gorî vegotinên keça min, lêgerîna tazî li keça min ferz kirine. Dema keça min ev qebûl nekiriye bi awayekî dijwar îşkence lê kirine."

Nûçeyê bixwîne

Li Kirklareliyê dîroka 100 salî ji nû ve zîndî dibe

Li taxa Yaylayê ya Kirklareliyê ku yek ji wan cihên kevn ên bajêr e, avaniyên dîrokî yên kevn ji nû ve tên restorekirin. Bi vê restorasyonê mebest ew e ku taxê veguherînin navenda turîzmê.

Nûçeyê bixwîne

Ji niha ve encama referandûmê diyar e

Li Edeneyê, tercîha gel a referandûmê diyar û zelal e. Gelê ku êdî şer û aloziyê naxwaze, dest nîşan kir ku dê li bajarê wan ji sedî 60 "Na" derkeve.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 455 / 830