Rojane

'Na ji bo sewalkarî ber bi başiye ve biçe dê bibe gavek'

Welatiyên ku li gundê Kurna ya Pendîkê sewalkariyê dikin diyar kirin ku buhayê mazot, ka û êmê gelek zêde ye ji ber vê yekê jî sewalkarî her diçe xirab dibe, ew ê di referandûmê de dengê "Na" bi kar bînin û ev yek ji bo ku sewalkarî ber bi başiyê ve biçe dê bibe gavek.

Nûçeyê bixwîne

Delîl winda kirin doz bi dawî kirin

Serdozgerê Komarê yê Amedê der barê doza kuştina Enes Ata yê 8 salî ku di 2006'an de li Amedê bi bombeya gazê ya polîsan hat kuştin biryara bê şopandinê da. Dozger piştî 8 salan bi hinceta "Dem di serde derbas bûye" der barê polîs Ş.G. de biryara bêşopandinê da. Parezerê Malbata Ata Abdullah Zeytun, anî ziman ku kujer cerek din hatin parastin.

Nûçeyê bixwîne

Êrîşî birdariya 10'ê Cotmehê kirin

Kesên nasnameya wan nehat diyar kirin, di saetên êvarî de êrîşî Bîrdariya 10'ê Cotmehê ku ji bo bîranîna 100 Qasidên Aşityê yên di Mîtînga Aştî û Demokrasiyê de li Enqereyê di êrîşa DAÎŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabûn, kirin.

Nûçeyê bixwîne

Rojnamegeran li Kelarê kuştina rojnameger Nûjiyan şermezar kirin

Li navçeya Kelar a Germiyan, komek rojnameger û çalakvan kuştina rojnamger Nûjiyan Erhan a li Şengalê ji aliyê çekdarên PDK'ê ve hat kuştin şermezar kirin.

Nûçeyê bixwîne

Balafirgeha tebqa ji destê DAÎŞ'ê rizgar kirin

Şervanên Odeya Çalakiya Xezaba Firatê Balafirgeha Leşkerî ya Tebqa ji komên DAIŞ rizgar kirin.

Nûçeyê bixwîne

16 welatî li Geverê hatin berdan

16 welatiyên di 21'ê Adarê roja Newrozê de hatin binçavkirin hatin berdan.

Nûçeyê bixwîne

Destûr nedan Parlamenterê HDP'î Paylan girtiyan ziyaret bike

Parlamenterê HDP'ê Garo Paylan ê ji bo xebatên referandumê hat Antalyayê û piştre xwest girtiyên Girtîgeha Tîpa L a Doşemealti ziyaret bike hat astengkirin. Destûr nedan ku Paylan girtiyan ziyaret bikin.

Nûçeyê bixwîne

Li Kolana Hunerê huner hat qedexekirin

Li Kolana Hunerê ciwanên ku bi gitar û kemanê stran û newayan distrên rastî eleqeyek mezin tên. Lê ciwanên stranan dibêjin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.

Nûçeyê bixwîne

'Me di 21'ê Adarê de referandum bi dest xist dora sindoqan e'

Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyigît, di şahiya ciwanên HDP û HDKê yên kampanya "Na" dimeşîne de diyar kir ku wan di 21'ê Adarê de li Qadê referandum bi dest xist û dora hilbijartina 16'ê Nîsanê ya sindoqan e. Koçyigît, anî ziman ku wan ilan kiriye ku serkeftin ya wan e.

Nûçeyê bixwîne

Dersa 8’emîn a Amademîsyenên Kolanan: Beriya bendbendîbûnê divê me bên cem hev

Prof. Dr. Necla Kurul ku di 8’emîn dersa Akademîsyenên Kolanan de axivî diyar kir ku AKP a ku ev 15 salin îktîdare îro jiyan ji nûve dizayn dike û wiha got: “Bi rejîma siyasî, netewperestî û îslamê xwe ji nû ve dizayn dike. Qada perwerdehiyê jî ji vê bandor dibe. Beriya bendbendîbûnê divê me bên cem hev.”

Nûçeyê bixwîne

Rupel 459 / 830