Rojane

Malbatên Yural û Pusat serî lêdan rêzikname hat betalkirin

Lijneya Daîreyên Dozên Îdarî ya Şûreya Dewletê ya ku berê îtiraza ji bo rawestandina "Rêziknameya Revandina Cenazeyan" red kiribû, li ser serlêdana malbata Azîz Yural tevahiya rêziknameyê betal kir.

Nûçeyê bixwîne

Leşker, ji bo 'gundan vala bikin' gefan dixwin!

Li gundê Dilezî, Şîşemzîn yên girêdiyê Geverê, leşker ji bo gundên xwe vala bikin, gefa li gundiyan dixwin. Gundiyên ku ji aliyê leşkeran ve gef li wan hatin xwarin, anîn ziman ku wan di salên 90'î gundê de jî gundên xwe vala nekirine, niha jî vala nakin.

Nûçeyê bixwîne

Ji bo 'nasnameyê' bi rojan di rêzê de ne!

Li Rihayê, penaberên bêstatu ji bo ji xizmetên cemaweriyê sûdê wergirin, mecbûr in ku "Karta nasnameyî" wergirin. Penaber ji bo vê kartê wergirin, bi şev û biroj dikevin rêzê.

Nûçeyê bixwîne

Qeyûm tayînî şûna keyayê beşdarî mîtînga Erdogan nebû kirin

Derket holê ku ji ber Keyayê Taxa Gaffar Okanê ya navçeya Salihliyê Kamuran Kocaman, beşdarî mîtînga Serokomar Erdogan a li Manîsayê nebûye, ji peywirê hatiye girtin. Li şûna Kocaman kesekî din wek keya hat tayînkirin.

Nûçeyê bixwîne

Hevalên Ebû Leyla di riya Tabqayê de ne

Hevalên Fermandarê Giştî yê Hêzên Şemsî Şîmalê Faysal Ebû Leyla yê di operasyona rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest da, di operasyona Tabqayê de cih girtin. Hevalên Ebû Leyla, diyar kirin ku wan soz daye fermandarê xwe û heta şoreş temam bibe ew ê dev ji soza xwe bernedin.

Nûçeyê bixwîne

Dozger bi israr dixwaze rektor akademîsyenan deq bike

Serdozgerê Komarê yê Amedê nivîsek şand ji Rektorê Zanîngeha Dicleye re û xwest akademîsyenên "têkiliya wan bi rêxistinê re' heye ji wan re bêje. Rektor jî bersîv da dozger û got: "Di nava hîndekarên perwerdehiyê de kesên têkiliya wan bi rêxistinê re tune'. Li gel vê yekê dozger dîsa ferman da û bi rojan avahiya rektoriyê xist bin dorpêç û çavdêriyê.

Nûçeyê bixwîne

Baroya Amedê dê ji bo Kemal Kurkut li qada navneteweyî serî li darazê bide

Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen, diyar kir ku Xwendekarê Zanîngehê Kemal Kurkut hedef hat nîşandan û hat kuştin û wiha got: "Hem di qada neteweyî de û hem jî di qada navneteweyî de em ê serî li hemû riyên darazê bidin. Kuştina Kurkut carek din nîşan da ku karneya daraz û hiqûqê nebaş e.

Nûçeyê bixwîne

Amedî: Em naxwazin Erdogan û Yildirim bên Amedê

Welatiyên Amedê serdana Serokomar Erdogan û Serokwezîr Yildirim ê di 1'ê Nîsanê de dê bê Amedê nerazîbûn nîşandan û diyar kirin ku ew bi kîjar rûyê bên û wiha gotin: "Em naxwazin Erdogan bê Amedê. Bila berê hesabê Ceylan Onkol, Dayika Taybet û Kemal Kurkut bidin û piştre bên."

Nûçeyê bixwîne

Şaredarî bi şertê endamtiya AK Partiyê karkeran digire

Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Nisêbînê hat kirin, 148 karker ji kar hatin derxistin. Hat îdiakirin ku li şûna karkerên ji kar hatine derxistin, şaredarî bi şertê endamtiya AK Partiyê û beşdarbûna çalakiyên wê karkeran digire.

Nûçeyê bixwîne

Bi sedemên cur bi cur piştevaniyê didin kampanyaya 'Na'

Li gelek bajaran piştevaniya kampanyaya HDP'ê ya "Tenê NA be" tê kirin. Di vîdeoyên hatine kişandin de, ji her derdorê welatî sedemên xwe yên "Na"yê vedibêjin.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 465 / 830