Rojane

Amedî: Di Newrozê de 'Na' bi ser ket

Amediyên ku Newroza Amedê niraxndin wiha gotin: "Li gel hemû çewisandin û şidetan jî, di Newrozê de 'Na' bi ser ket."

Nûçeyê bixwîne

Kemal ji komkujiya Enqereyê xilas bûye

Kemal Kurkut ê di Newroza Amedê de ji aliyê polîsan ve hat kuştin, derket holê ku ji komkujiya 10'ê Cotmehê ya Enqereyê ya ku 109 sivîl hatin qetilkirin xelas bûye.

Nûçeyê bixwîne

Baydemir: Ma hûn ê vê cinayetê jî nebînin?

Berdevkê HDP'ê Osman Baydemir têkidlarî înfazkirina Kemal Kurkut de axivî û wiha pirsî: "Ev cinayet, ji bo bi awayekî din Newroz veguhere xwînê hat kirin. Ew guleya ku ji bedena wî hat derxistin, bi awayekî hêsan dikarin tespît bikin ku ji kîjan çekê derketiye. Diyar e ku gule aîdî kê û kîjan çekê ye. Ma hûn ê vê cinayetê jî nebînin?"

Nûçeyê bixwîne

Boyaxvanên roman: Ji ber qezenca me tê astengkirin 'Na'

Qada ku 40 sal e roman lê boyaxvaniyê dikin, şaredarî wê vediguherîne otoparkê. Boyaxvanan li dijî vê bertek nîşan dan û gotin, Şaredariya Bajarê Mezin a Tekirdagê ji bo rantê sindoqên wan ê boyaxê ji wan distînin.

Nûçeyê bixwîne

‘Berî darbest derkevin, xwedî li girtiyên greva birçîbûnê derkevin'

Hevberdevkê Înîsiyatîfa Piştevaniya Zindanan Arif Yilmaz, peyama girtiyên li girtîgehan di greva birçîbûnê de ne parve kir û wiha got: "Divê gelê kurd li kuçeyan xwedî li greva birçîbûnê ya zarokên xwe derkevin. Berî ku ji girtîgehan darbest derkevin divê dest deynin ser vî karî."

Nûçeyê bixwîne

Agahî ji girtiyê birin nayê stendin

Di 10'ê Adarê de ji girtiyê siyasî Ferhan Mukyen ê li Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 1 a Maltepeyê tê ragirtin re gotin "Dadgeha te heye" û ew ji odeya wî derxistin. Ji wê rojê ye ku hevalên wî hay ji Mukyen tune ne.

Nûçeyê bixwîne

Dê nûçegîhanê me Hayri Demir sewqî dozgeriyê bê kirin

Nûçegîhanê me Hayri Demir ê di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin, dê serê sibehê sewqî dozgeriyê bê kirin.

Nûçeyê bixwîne

Cezayê Parlementera HDP’ê Aydoganê hat erêkirin

Cezayê ku 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê li Parlementera HDP’ê ya Amedê Nursel Aydoganê birîbû, ji aliyê Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Dîlokê ve hat tesdîqkirin. Heke biryar li Meclîsê bê xwendin dê parlementeriya Aydoganê bê betalkirin. 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê 4 sal û 8 meh û 7 roj ceza li Aydoganê birîbû.

Nûçeyê bixwîne

Li Sîlopiyê polîsan broşurên 'Erê' belav kirin

Li navçeya Sîlopiyê AKP'iyên ku bi polîsan re xebatên referandumê kirin , bi polîsên cilên fermî li xwe kirine broşurên "Erê" belav kirin.

Nûçeyê bixwîne

Bîlgen: Ya li MAZLUMDER’ê hat kirin zilm e

Berdevkê HDP’ê yê berê Ayhan Bîlgen ê girtiye, diyar kir ku destserkirina MAZLUMDER a ji aliyê hevkarên hikûmetê ve zilm e.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 469 / 830