Rojane

KCD: Dê ruhê berxwedane di 16'ê Nisanê de xwe bide der

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi peyamekê spasiyên xwe ji milyonan kesên beşdarî Newrozê bûn re şand û diyar kir ku ev ruhê berxwedanê yê di Qada Newrozê de derket holê dê di hilbijartina 16'ê Nîsanê de xwe bide der û gel silav kir.

Nûçeyê bixwîne

28 kes hatin berdan

Li Tarsusê belavkarê rojnameyê Kenan Dundar jî di nav de 8 kesên ku hatibûn binçavkirin hatin berdan, zarokê bi navê K.Y. hate girtin. Li Antalyayê jî li kesên ku xwestin Newrozê pîroz bikin jî ji bo her yekî wan 100 TL ceza hat dayîn.

Nûçeyê bixwîne

Kampanya #GazeteciHayriDemirSerbestBırakılsın

Ji bo nûçegîhanê ajansa me dihaberê Hayrî Demîr ê li Enqereyê 7 rojin di bin çavan de ye dê saet di 21.00’an de kampanya #GazeteciHayriDemirSerbestBırakılsın (#BilaRojnamegerHayirDemirBeBerdan) kampanya hat destpêkirin.

Nûçeyê bixwîne

Ji akademisyenan re qedexe ye ji çekdaran re serbest e!

Li Kampusa Cebeciyê ya Zanîngeha Enqereyê ku akademisyenên bi KHK'ê ve ji kar hatine durxistin nayên girtin lê îro jî komeke nijadperest bi çekan ve ketin hundir. Polîsan bombeyên gazê avêti xwendekarên ku rastî êrîşê hatin, xwendekar bin çav kirin.

Nûçeyê bixwîne

Derbarê parlamenter Ayhan de biryara 'girtinê'

Derbarê Parlamentere HDP’ê Îbrahîm Ayhan de, ligel ku beriya niha îfade daye jî biryara “girtinê” hat dayîn.

Nûçeyê bixwîne

Ciwanê polîs kuşt hat definkirin: Şaredariyê av qut kir û cihê gorê nedan

Xwendekarê Zanîngehê Kemal Kurkut ê polîsan ew di Newroza 21'ê Adarê ya Amedê de kuşt li Meletiyê tevî astengiyên şaredariyê hat definkirin. Şaredariya Batalgazi ya AK Partiyê maşina cenaze û çadira sersaxiyê neda û av ji ser cenaze qut kir. Cihê gorê jî wekî qada "sît' nîşan da û cihê gorê dena cenaze. Malbatê cenaze tevî hezaran astengiyan defin kir.

Nûçeyê bixwîne

Odeyên tabîban gotin 'Na'

Odeyên tabîban ên Amed, Agirî, Bedlîs, Êlih, Sêrt, Şirnex, Mêrdîn, Mûş, Wan-Colemêrgê diyar kirin ku ew ê ji bo tendustiya civakê di referandûmê de dengê "Na" bi kar bînin.

Nûçeyê bixwîne

Ji ÇGD'ê ji Erdogan re: Em cidî nagirin

Serokê Giştî yê ÇGD'ê Ahmat Abakay li hemberî gotinên Serokomar Erdogan ên "Hemû diz, îstismarkar, terorîst in" ku der barê rojnamgerên girtî de bi kar anî nerazîbûn nîşan da û wiha got: "Em van gotinan cidî nagirin. Cihan wan cidî nagire em jî cidî nagirin."

Nûçeyê bixwîne

‘Gelê Amedê ji şer, zext û înkarê re got 'Na'

Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan û Hevseroka EMEP'ê Selma Gurkan ku beşdarî Newroza Amedê bûn diyar kirin ku gelê Amedê ji şer, zilm, zext û înkarê re got na û di Newrozê de peyama "Na" derketiye.

Nûçeyê bixwîne

Serfermandariyê got 'YPG' lê çavkaniyên herêmî Ahrar û El Nusra nîşan dan

Li sînorê Îdlîbê ji aliyê Sûriyeyê ber bi Qereqola Bukulmezê gule hat berdan û leşkerekî jiyana xwe ji dest da. Serfermandariya Giştî di daxuyaniya xwe de got YPG'ê kiriye lê çavkaniyên herêmî bal kişandin li ser Ahrar El Şam û El Nusrayê.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 473 / 830