Rojane

Ji malbat û parêzerên Ocalan peyam

Parlamentera HDP'ê û xwarziya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Dîlek Ocalan li ser navê malbat û parêzerên Ocalan di peyama ku xwend de, Niwroza Ocalan pîroz kir. Dema ku Dîlek Ocalan axivî bênavber dirûşmên "Bijî Serok Apo" hat berzkirin.

Nûçeyê bixwîne

Turk: Tekane rê çareseriya Ocalan e

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk di Newroza Amedê de bang li sed hezaran kir û got: “Berdêla wê çi dibe bila bibe em ê serî netewînin. Werin em li derdora fikrên Birêz Ocalan bibin yek. Tekane rê çareseriya Ocalan e. Hevberdevkê HDK'ê Onur Hamzaoglu jî Newroza Amedê pîroz kirin û got: "Tirkiye bi qedexeyan Newrozê pêşwazî dike. Lê em dê bi hevre van qedexeyan rakin."

Nûçeyê bixwîne

Newroz li Konyayê bi çoş hat pîrozkirin

Li Konyayê ligel astengiyan bi hezaran kes li qada Newrozê hatin cem hev. Bi hezaran kes ê agirê Newrozê pêxistin dirûşma "Bijî Serok Apo" berz kirin.

Nûçeyê bixwîne

Gelê Stenbolê Agirê Newroza 'Na' pêxist: Em dê serbikevin

Li Stenbolê li gel hemû astengî û qedexeyan bi sed hezaran gelên xwedî nasname û baweriyên cuda li Qada Kartalê ya Newrozê kom bûn û agirê Newrozê bi coşek mezin pêxistin. Sed hezaran gelên Stenbolê ku Agirê Newrozê pêxist bi hevre gotin ew dê ji bo azadiya xwe li dijî zilma Dehaq ê mejiyê zarokên wan dixwar bêjin "Na". Endama Lijneya HDK'ê Sevtap Akdag agirê Newrozê pêxist û got: "Em dê bi ser bikevin"

Nûçeyê bixwîne

Dayik Tunç: Jêrzemînên Cizîrê ji bîr nekin

Li Cizîrê qada Newrozê ya tijî bûye bi dirûşmên "Bijî berxwedana Cizîrê" olan dide. Dayika Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç ê li Cizîrê jiyana xwe ji dest da Esmer Tunç gotina "Jêrzemînên Cizîrê ji bîr nekin" bi kar anî û xwest di referandumê de dengê "Na" bê bikaranîn.

Nûçeyê bixwîne

Hevseroka KCD'ê Guven ji Amedê bang kir: Em ji niha ve bi ser ketin

HevserokaKCD'ê Leyla Guven a di Newroza Amedê de axivî banga "Dev ji tîfaqa bi AKP'ê re berde" li Mesut Barzanî kir û wiha got: "Werin tifaqa xwe ava bikin. Em ê heta kengî wekî koleyan bijîn." Guven îfadeyên "Em ê newroza xwe bigihînin 16'ê Nîsanê. Em ji niha ve bi ser ketin."

Nûçeyê bixwîne

Peyama Hevşaredar Kaya: Yekane rêya serkeftinê berxwedan e

Gelê Wanê li tenişta Gola Wanê û kontara Kelehê bi tevlêbûna sed hezaran û coşek mezin Newrozê piroz dike. Hevşaredarê Wanê Bekîr Kaya ku girtî ye peyam şand û diyar kir ku di vê serdema ku faşîzm zilma herî mezin li ser gel dimeşîne yekane rêya çareseriyê berxwedan e.

Nûçeyê bixwîne

Qada Newrozê tijî bû

Qada Newroza Amedê ya bi şîara “Em ê teqez serbikevin” tejî bû. Herîkîna hezaran kesan a li qada ku peyamên “Berxwedan û serkeftinê” tê dayîn berdewam dike.

Nûçeyê bixwîne

Ege bi rengên Newrozê xemilî

Li Îzmîr, Mugla û Manîsayê gel agirê Newroza "Em ê teqez bi ser kevin" pêxistin. Li Aydinê ligel astengiya walîtiyê ya di deqeya dawî de gel bi însiyatîfa xwe dê cejna xwe pîroz bike.

Nûçeyê bixwîne

Bêkes şûna bavê xwe vala nehişt û Newroz pîroz kir

Li Cizîrê pîrozbahiya Newrozê bi hemû coşa xwe û hemû rengan tê pîrozkirin. Di nava coşa girseyê de Bêkes ê bavê wî Orhan Tunç ê di jêrzemîna avahiyên Cizîrê de hat kuştin jî li şûna bavê xwe Newrozê pîroz dike. Dayika Orhan Tuçn Esmer Tunç jî qat qadê û diyar kir ku heviyên wan li ser piyan in.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 477 / 830