Rojane

Beriya Newrozê operasyonên binçavkirin û girtinê

Li gelek navendan beriya Newrozê operasyonên binçavkirin û girtinan berdewam dike. Li Riha û Aydinê gelek kes hatin binçavkirin, li Semsûr û Mereşê jî 8 kes hatin girtin.

Nûçeyê bixwîne

Ji KCD’ê banga tevlîbûna Newrozê

KCD derbarê Newrozê de banga tevlîbûna Newrozê li her kesê kir û wiha got: “Gelê kurd dê carekdin li qadan bi çoş û berxwedana Newrozê daxwaza xwe ya azadî û demokrasiyê biqîre.”

Nûçeyê bixwîne

Cenazeyê Yetut hat definkirin

Malbata endamê HPG'î Edip Yetut yê di êrişa hewayî ya li çoltara Lîcê de jiyana xwe ji dest da li goristana Yenîkoyê ya Amedê defin kir.

Nûçeyê bixwîne

Girtiyên di greva birçîbûnê de ne hatin sirgunkirin

Li Girtîgeha Tîpa T a Wanê girtiyên ku di nav de yên di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne jî hene 70 girtî hatin sirgunkirin.

Nûçeyê bixwîne

Greva birçîbûnê di roja 4'emîn de ye

Greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK'ê bi daxwaza "rakirina tecrîda li ser Ocalan û bi dawîkirina binpêkirinên mafan ên li girtîgehan" di 15'ê Adarê de dan destpêkirin kete roja 4'emîn.

Nûçeyê bixwîne

Gulmen û Ozakça roja 10’emîn a greva birçîbûnê di bin çavan de derbas kirin

Duh ji 10 kesên ku li ser Kolana Yukselê di çalakiya greva birçîbûnê debûn û rastî êrîşa polîsan hatinibûn hatibûn binçavkirin. 8 kes hatin berdan û Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça yên ku di greva birçîbûnê de ne di bin çavan de ketin roja 10'emin a greva birçûbên.

Nûçeyê bixwîne

'Rahşan bi vînek mezin bi Agirê Newrozê re bû yek'

Rahşan Demirel li Kadifekale ya Îzmirê bersîv da Newrozên Cizîr, Nisêbîn û Amedê û meşaleya Zekiye Alkan ji destê wê girt û li herêma Egeyê geş kir. Xwişka Rahşan Semire Kut, diyar kir ku Rahşan bi zanebûn û bi vînek mezin meşiya ser agirê Newrozê bi Agirê Newrozê re dans kir.

Nûçeyê bixwîne

Jinên Roman ên ku naxwazin taxa wan bê xirakirin dê bêjin ‘Na’

Li taxa Kore ya bajar herî zêde jinên Roman zehmetiyan dikişinin. Jinên Roman ên ku li mal û fabrîkayê dixebitin, naxwazin taxa wan a xistine nav projeya veguherandina bajar bê xirakirin gotin ku ji ber xirakirinê ew ê di referandumê de bêjin ‘Na’.

Nûçeyê bixwîne

'Ger nebin yek em ê gelek zarokên xwe winda bikin'

Bavê Newroz Guvercîn a PKK'î ya dema ku PDK'ê êrîşî Şengalê kir û wesayîtên zirxî da rawestindin, xwest diyalogê pêk bîne lê ji aliyên komên PDK'ê ve hati kuştin, Yaşar Guvercîn banga yekîtiyê kir û wiha got: "Ger ku em nebin yek em ê gelek zarokên xwe winda bikin."

Nûçeyê bixwîne

‘Em ê encama Newrozê di 16'ê Nîsanê de bibînin'

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dilan Dirayet Taşdemir, têkildarî Newroza Amedê got ku ew ê împaratoriya tirsê birûxînin û dakevin qadan û encama vê di 16'ê Nîsanê de bibînin.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 489 / 830