Rojane

22 herêmên Çewligê wekî “herêmên ewlehiya taybet” hatin îlankirin

Li Çewlig û 8 navçeyên wê 22 herêm wekî “herêmên ewlehiya taybet” hatin îlankirin.

Nûçeyê bixwîne

Tevî 3 anjiyo derbas kir dîsa girtî ye

Rewşa tenduristiya Rêveberê BES'ê Ciwan Yildirim ku 3 mehin girtî ye û nayê dermankirin roj bi roj xerabtir dibe. Hevsera Yildirim Nesrin Yildirim, diyar kir ku rewşa hevserê wê nebaş e û wiha got: "Piştî hat girtin 3 caran anjiyo bû. 5 stent girê dan. Ger ku carek din krîza dil derbas bike dê rîska wî ya mirinê gelek zêde be."

Nûçeyê bixwîne

ÇGD: Bila rojnameger Demîr bê berdan

Serokê Giştî yê ÇGD'ê Ahmet Abakay xwest rojnameger Hayrî Demîr bê berdan û wiha got: "Tirkiye û em layiqî vê nînin. Em dixwazin rojnamegeriyê bikin. Ji ber vê em dixwazin hevalê ke demildest bê berdan."

Nûçeyê bixwîne

Erdogan îlan kir rojname ketin seferê

Beriya hilbijartina 7'ê Hezîranê îktîdara AK Partiyê hemû kesên muxalif weki kesên Haçli îlan kir. Piştî îlanê rojnameyan sefer dan destpêkirin. Niha jî Erdogan sefer îlan kir û rojnameyên nêzî îktîdarê dest bi seferê kirin.

Nûçeyê bixwîne

DAÎŞ li Manîsa aşkere xwe bi rêxistin dike

Li Manîsayê ji sala 2014’an heta niha 3 operasyonên li dijî DAÎŞ'ê hatin meşandin. Di operasyonan de de endamên rêxistinê, dokuman û çek hatin girtin. Lê li gel ku çek û belge li ser endamên DAÎŞ'ê hatin girtin jî endamên DAÎŞ'ê dîsa hatin berdan. Endamên rêxistinê yên hatin berdan dîsa xebatên xwe aşkere dimeşînin û aşkere xwe bi rêxistin dikin.

Nûçeyê bixwîne

Kokteyla vîtamînan: Atom

Atom a wek kokteyleke vîtamînan ji dehan fêkiyan tê çêkirin, tê gotin ku ji nexweşînên wek bêhalî û sermayê re baş e. Hostayê Atomê Alî Yilmaz, diyar kir ku di nava 5 salan de atom li Dîlokê belav bû û niha ji ber feydeyên wê pir tê vexwarin.

Nûçeyê bixwîne

Hozanê gelê xwe: Hozan Dilgeş

Hunermend Hozan Dilgeş (Huseyin Yildirim) ê dema li Ewropayê dihat dermankirin çû ser dilovaniya xwe, bi tembûra xwe ya di 10 saliya xwe de girt destê xwe û bi stranên xwe yên li ser axa xwe bû “Hozanê” gelê kurd. Hozan Dilgeş, bi stranên xwe yên dema dûrî xaka xwe bû distriya, di dilê gelê kurd de cihek mezin girt.

Nûçeyê bixwîne

Dê xeyala kurê xwe Nihat Kazanhan pêk bîne!

Dayika Nîhat Kazanhan ê ji aliyê polîsan ve hat kuştin, Ayşe Kazanhan a bi awayek dilşikestî pêşwaziya Newrozê dike got, kurê wê ji Newroza Amedê gelekî hez dikir û ji bo vê ew ê jî beşdarî pîrozbahiya Newroza Amedê bibe.

Nûçeyê bixwîne

Ji ber îfadeya bi zimanê pê nizane 19 meh in girtî ye!

Mistefa Muhammed Elî yê dema bi riyên qanûnî ji Kobaniyê derbasî Tirkiyeyê bû hat binçavçikirin û paşê hat girtin, ji ber îfadeya bi zimanê tirkî yê pê nizane, sal û 7 meh e girtî ye.

Nûçeyê bixwîne

Li Girtîgeha Xarpêtê 'Erê' li girtiyan tê ferzkirin

Li Girtîgeha Tîpa E ya Xarpêtê, hat îdiakirin ku îdareya girtîgehê ji girtiyên edlî xwestiye ger ku di referandûmê de dengê "Erê" bi kar bînin dê cazeyên wan 5 sal bê kêmkirin.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 494 / 830