Rojane

Tiryakêşan li Dîlokê hev kuştin

Li taxa Vatan a Dîlokê ji ber tiryakê şer derket. Di şer de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Nûçeyê bixwîne

Doza Sereke ya KCK'ê: Hukmê wê yê hiqûqî tune ye

Rûniştina doza sereke ya KCK'ê li Amedê berdewam kir. Di rûniştina dozê de Siyasetmedarê kurd Bayram Altun, diyar kir ku ev sûcdarî tev lîstike û hatiye avakirin û wiha got: "Tu hukmê hiqûqî yê vê dozê tune. Heyeta dadgehê jî daxwaznameya Altun ku bi kurdî nivîsandibû bi hinceta "Nayê famkirin" îfade kir.

Nûçeyê bixwîne

Li dijî standa 'Na' êrîşa nijadperest

Li Denîzliyê standa "Na" ya ku endamên Tevgera Hezîranê ya Yekbûyî vekiribû rastî êrîşa komeke nijadperest hat. Kesek birîndar bû.

Nûçeyê bixwîne

Polîsan maşîna 'Na' desteser kir

Polîsan maşîna HDP û DBP’ê ya anonsa referandumê ku xebatên "Na" dimeşîne li navçeya Erdîşê desteser kir.

Nûçeyê bixwîne

Nivîskar Tariq Hemo: KDP êzîdiyan dikuje

Nivîskarê Ozgur Polîtîkayê Tariq Hemo di nivîsa xwe ya îro de bal kişand ser polîtîkayên KDP'ê yên li dijî êzîdîyan û diyar kir ku PDK'ê li dijî êzîdîyan dest bi şerekî qirêj kiriye. Hemo, anî ziman ku KPD êzîdîyan dikuje.

Nûçeyê bixwîne

Înîsiyatifa girtiyan banga piştevaniya girtiyan kir

Însiyatîfa Piştevaniya Zîndanan a Îzmîrê piştgirî da bi çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger a girtiyan ku îro li dijî binpêkirinên mafan dest pê kir, bang li Meclîse û Wezareta Dadê kirin ku peywirên xwe bi cih bînin.

Nûçeyê bixwîne

Miraz di girtîgehê de bû 8 mehî

Pitikê bi navê Miraz ku ji ber dayika wî Gulistan Diken Akbaba hat girtin û ew jî ket girtîgehê di girtîgehê de ket 8 mehiya xwe. Bavê Miraz Cengiz Zaza Akbaba, diyar kir ku girtiyên ji tiryakê hatine girtin bi şev li deriyan dixin û nahêlin ku Miraz bi şev razê û ji ber diranê wî derdikevin jî bêar e.

Nûçeyê bixwîne

Leşkeran bi ser gund de girtin

Li gundê Zikreş a Melazgîrê serê sibehê leşkeran bi ser malan de girtin.

Nûçeyê bixwîne

Çawişê pispor ê ji şaneşînê ket mir

Li Mêrdînê hat îdiakirin ku çawişekî pispor ji şaneşînê ketiye xwarê û jiyana xwe ji dest daye.

Nûçeyê bixwîne

Navnîşana Newrozê ya Enqereyê Kolej ya Îzmîrê jî Gundogdu ye

Komîteya Amadekar a Newroza Enqereyê bi daxuyaniya da bang li hemû gelê Enqereyê kir ku19’ê Adarê saet di 12.00An de li Qada Kolejê kom bibin. Li Îzmîrê jî dê Newroz di 18’ê Adarê de li Qada Gundogduyê bê pîrozkirin.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 500 / 830