Rojane

Polîs bi tiryakêşan dikenin û derbas dibin

Kişandina Tirkiyakê li bajarên herêmê her ku diçe belav dibe. Polîs jî li gel dizanin çavê xwe digirin û destûr dirin. Ciwanê 19 salî E. A ku 5 salin tiryakê dikişîne, diyar kir ku ciwanên Taxa Vatanê ji sedî 80 tiryakêdikişînin û polîs temaşe dikin. E.A. got ku ji polîsan re got ez dizanim kî difroşe, lê bi wî keniya ne.

Nûçeyê bixwîne

Ji ber polîtîkayên 'ewlehiyê' mêşvan neçar mane!

Li Dersimê hema bêje hemû qadên çolterî wek "Herêma Ewlehiya Taybet" hatine îlankirin. Ji ber vê qedexeyê yek li herêmê he rdiçe mêşvanî ya ku çavkaniyeke debarê ya girîng e, kêm dibe. Serokê Yekîtiya Hilberînerên Mêşan a Dersimê Kazim Dogan, diyar kir ku hilberîner nikarin kewarên xwe li zozanan deynin û got, ji ber qedexeyan ew zehmetiyê dikşînin.

Nûçeyê bixwîne

Xizmên nexweşên SSPE'yî: Çima we jehr enjekteyî zarokên me kir?

Li Rihayê gelek zarok ji ber îlaca xerabe bi nexweşiya SSPE ketin û gelek ji wan mirin. Serokê Komeleya Nexweşên SSPE ya Rihayê Îsa Çetinkaya li hemberî vê rewşê bertek nîşan da û got: "Ji bo çi we jehr enjekteyî van zarokan kir?"

Nûçeyê bixwîne

Dixwazin kujerê Şerzan Kurt berdin!

Li polîsê ku xwendekarê zanîngehê Şerzan Kurt kuştibû, pêşî cezayê muebetê hatibû birîn. Lê ev ceza di navbera Dadgeha Bilind û dadgehên herêmî de gelek caran çû û hat û niha jî ew daxistin asta "birîndarkirina girankirî". Bav Omer Kurt, vê biryara Dadgeha Bilind nirxand û wiha got: "Baweriya me ya bi edaletê şikest."

Nûçeyê bixwîne

Welatiyên Tekîrdagê ji bo parastina jiyanê dibêjni 'Na'

Welatiyên li hawirdora Çemê Ergeneyê, yê bi pîşesaziyê re veguheriye qadeke rantê, dijîn ji ber bêhna çem û rîskên wê yên wek pençeşêrê bi salan e têdikoşin. Welatiyên xwestin çem bê paqijkirin, dest nîşan kirin ku ew ê ji bo xwedîderketina li qadên xwe yên jiyanê di referandûmê de bibêjin "Na".

Nûçeyê bixwîne

Li hemberî Serokê AK Partiyî û kekê wî êrîşeke çekdarî: Kesek mir

Serokê AK Partiya Bajaroka Esendereyê Tayfun Ayhan û kekê xwe Murat Ayhan, li ber deriyê mala xwe rastî êrîşa çekdarî ya kes/ên nasnameya wan nediyar hatin. Di êrîşê de Murat Ayhan mir.

Nûçeyê bixwîne

Dadgeha Bilind qeydên Yuksekdag jê bir

Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind endamtiya HDP'ê û qeyda peywirê ya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag xist. HDP'ê li hemberî vê nerazîbûn nîşan da û wekî xeleka dawî ya bêhiqûqiyê nirxand.

Nûçeyê bixwîne

Kedkarên 121 rojin di ber xwe didin disa hatin binçavkirin

Kedkarên ku hatin îxrackirin û ji bo parastina mafên xwe 121 rojin di ber xwe didin Nuriye Gulmen, Semîh Ozakça û Acun Karadag, bi fermana dozger hatin binçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

'Birayê min li ber çavên min qetil kirin'
Dadger: Eleqaya wî bi dozê re nîne

Erdal Kocakaya di doza li 28 kesên ku xwestin Mehmet Şîrîn Kocakaya yê ku li Licê ji aliyê tîmên taybet ve hate kuştin hatiye vekirin de wiha got: "Birayê min li ber çavên min hate qetilkirin." Serokê heyeta dadgehê bi gotina "eleqeya tiştên ku tu dibêjî bi dozê re nîne" xwest gotinên wî bibire.

Nûçeyê bixwîne

Rewşa 6 girtiyên di grevê de ne xirab dibe

Hat diyarkirin ku rewşa 6 girtiyên li Girtîgeha Edîrneyê di greve de ne xirab dibe.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 517 / 830