Rojane

Penaberên sûriyeyî: Ewlehiya me tune ye

Li Edeneyê penaberên sûriyeyî yên ji ber zêdebûna buhayê kirêyan, li qadên vala di konan de dijîn, diyar kirin ku xwediyên zeviyên ku wan konê xwe lê vedaye gefan li wan dixwin û tu ewlehiya wan tune ye.

Nûçeyê bixwîne

Amedî: Êrîşa li dijî Şengalê îxanet e

Amediyan, êrîşên PDK'ê yên li dijî Şengalê wek îxanetê nirxandin û gotin; "Gelê Başûr û pêşmerge şer naxwazin, lê Barzanî şer dixwaze."

Nûçeyê bixwîne

'Em bimirin jî dev ji Minbicê bernadin'

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ehmed Azad, îdiayên 'Dê Minbicê radestî rejîmê bikin' derewand wiha got: "Heke em bimirin jî em ê dev ji Minbicê bernedin. Dê Minbic her azad be."

Nûçeyê bixwîne

Welat di derdê krîza aborî û hikûmet jî di derdê 'Erê' de ye!

Esnafên Erziromê diyar kirin ku ew ê di referandûmê de bibêjin "Na" û wiha gotin: "Hikûmeteke ku welat xist nava krîzeka aborî bila qet doza 'Erê' li me neke. Welat di derdê krîza aborî û hikûmet jî di derdê 'Erê' de ye."

Nûçeyê bixwîne

Ji kedkaran heta xwendekaran dibêjin 'Na'

Li Kadikoyê esnaf, xwendekar, kedkar, hîndekar, gelek derdoran diyar kirin ku ew ê di referandûmê de bibêjin "Na" û wiha gotin: "Ji bo jiyanê, bêhnstendinê, azadiyê divê 'Na' bê gotin."

Nûçeyê bixwîne

Hevserokê HDP'a Dîlokê Şahîn hat girtin

Hevserokê HDP’a Dîlokê Erkan Şahîn ê di 2'yê Adarê de hat binçavkirin, hat girtin

Nûçeyê bixwîne

BBP'ê biryara xwe ya referandûmê daxuyand

Serokê Lijneya Îstişareya Bilind a BBP'ê Hakki Oznur, biryara partiya xwe ya referandûmê daxuyand. Oznur di daxuyaniya xwe de wiha got: "Em vê rejîma tê ferzkirin qebûl nakin. Ev guherandin rejîmeke Erdoganîst e."

Nûçeyê bixwîne

Malbat ji bo cenazeyên zarokên xwe 12 rojin di çalakiyê de ne

Li Dersimê di 7'ê Mijdara 2016’an de operasyona hewayî pêk hatibû. Di operasyonê de 11 endamên DHKP-C'ê jiyana xwe ji dest dabûn. Malbatên, ji bo cenazeyên zarokên xwe bigirin 12 rojin di çalakiyê greva birçîbûnê dene. Ji malbatan Kemal Gun, diyar kir ku piştî operasyonê ew çûn herêmê hestiyên 6-7 cm ku şewitîbûn û bûbûn wekî komirê kom kirin.

Nûçeyê bixwîne

Dayikên Aştiyê êrîşa Şengalê şermezar kirin

Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê, êrîşa komên KDP’ê ya li dijî Şengalê şermezar kir. Dayikan bang li Mesut Barzanî kir û xwest demek berî demekê ji polîtîkayên "Brakujiyê" berde.

Nûçeyê bixwîne

Cezaya pere dan Hasan Cemal: Heta rojnamegerên kurd azad nebin rojnamgerên tirk azad nabin

Li rojnameger Hasan Cemal ê ku ji bo piştevaniya Ozgur Gundemê Gerînendetiya Giştî ya Weşanê ya Nobedar kir bi îdia "daxuyaniyên rêxistinê weşandiye" 6 hezar TL cezaya pere hat birîn. Cemal di parastina xwe de wiha got: "Heta rojnamegerên kurd azad nebin rojnamgerên tirk azad nabin."

Nûçeyê bixwîne

Rupel 522 / 830